Til Temir êrîşên hember Şêx Meqsûd şermezar kir
16:00
JINHA
TIL TEMIR -Li bajarê Til Temir gelê Aşûr, Ereb û Kurd bi armanca şermezar kirina êrîşê çeteyan yê li hember taxa Şêx Meqsûd meşek li dar xistin.
Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê gelê Ereb, Aşûr û Kurd bi boneya şermezar kirina êrîşê çeteyan yê li hember Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê daketin qadê. Di meşa girseyî de êrîşê hember gelê bakûrê Kurdistan yê ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê tê pêk anîn û ambargoya ser herêmên Rojava jî hatin protesto kirin. Her wiha berxwedana Qamişlo jî hat silav kirin. Di meşê de berxwedana bakûr û Şêx Meqsûd hat silav kirin û dijberiya ENKS û PDK'ê hatin şermezar kirin. Di meşa ku ji kolana Filîstîn despêkiriye heya dewara reyîsî dewam kiriye de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de dijberiya rayadarên başûrê Kurdistan, êrîşê çeteyan yê li hember Şêx Meqsûd û êrîşê çeteyan hat şermezar kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Berxwedan jiyane" bi dawî bû.
(rh-ja/rc)