'Rojnamevanên kurd şopdarên rastiyê ne'

16:43

JINHA

KOBANÊ - Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya 118. saliya xebatên rojnamegeriya kurdî kesên ku bi fedekariyên mezin di qadê çepemeniyê de jiyanê xwe ji dest dayî û bûne mîrateya çapemeniya azad hatin bîr anîn û ev roj li hemû xebatkarên çapemeniya Kurd pîroz kirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya 118. saliya xebatên rojnamegeriya kurd bi amadebûna dezgehên Kurdî yên ANHA, Ronahî TV, Rojnemeya Ronahî, ANF, JINHA, DIHA, Radyo Kobanê FM, Radyo ART FM, Ajansa Ara News, Ajansa SMART, KNN TV û K24, li Qada Jina Azad a herêma Kobanê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Nûçegihanê Ronahî TV Enes Yildiz ve hat xwandin.

Daxuyanî wiha ye:

"Rojnamevaniya kurd ku îro 118. salvegera wê ye bi rojnameya Kurdistan ku di sala 1898'an de ji aliyê Miqdad Mîdhet Bedirxan ve hatiye derxistin destpê dike. Vê rojnameyê di 22'ê Nîsanê de dest bi weşanê kiriye. Lewma ev roj weke salvegera rojnenamevaniya Kurd weke mîrateyekê her sal tê pîrozkirin. Her wiha kovara Hawar jî di sala 1932'an de ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve hatibû derxistin ew jî bû destpêkek bi bandor di xebatên rojnamevaniya Kurd de. Hawar'ê weşana xwe bi tîpên latinî destpê kir. Bi vê yekê re hişt ku zimanê Kurd xwe ji elfebeya Erebî rizgar bike.

Rojnemevaniya Kurd ji rewşa Kurdistanê ya bindestî ne dûr bû. Li Kurdistanê sîstemên dagirker bi hişmendiya netewe-dewlet li welêt êrîşî gelek dezgehên ragihandina Kurd kirin. Ji ber ku bi rastiya ragihandinê re rastiya sîstema netewe-dewlet a rûxuyayî derket û ev yek dibû sedema astengkirina rojnemevaniya Kurd. Lewra gelek kovar û rojname hatin girtin û ev yek heya roja îro jî didome. Rojnemevaniya Kurd di salên piştî van dîrokan de li her çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt jî di demên ji hev qut ji ber dagirkeriya li ser Kurdistanê bi derxistina rojname û kovaran dewam kir. Di rêya şopandina heqîqetê de gelek hevalên me yên mîna Gurbetellî Ersoz û Xelîl Dag ji bo şopandina heqîqeta dagirkeriya li ser Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Van salên dawî li her çar parçeyên Kurdistan û bi taybet li Rojava û Bakurê Kurdistanê çapemeniya Kurd bi feraseta neteweya demokrat ji bo veguhestina heqîqetê di asteke ber biçav rastiyên ku li Kurdistanê diqewimîn ji bo raya gîştî ragihand. Bi taybet di têkoşîna li hember terora DAIŞ'ê de ji bo ragihandina rastiya wehşiyeta DAIŞ'ê û berxwedana şervanên Kurd gelek hevalên me tevî hemû metirsiyan dev ji erkên xwe bernedan û gihîştin asta şehadetê. Ev jî Denîz Firat ku li wargeha Ş. Rûstem Cûdî û Agir Banê li Çiyayên Şengalê û her wiha Mezlûm Bagok û Agirî Yilmaz li Rojavayê Kurdistanê bûn. Ev hevrê bûn sembola şehîdên ragihandina Kurd, ji ber vê yekê di serî de em roja rojnemevantiya Kurd li şehîdên rojnamegeriya Kurd pîroz dikin.

Herî dawiyê li taxa Şêx Meqsûd ya Bajarê Helebê ku piraniya şîniyên wê Kurd in ji 22'ê Îlona 2015'an ve rastî êrîşên hovane tê û di dema dawî de rastî çekên kêmyewî yên di asta navneteweyî de qedexekirî ne hat û bi sedan şîniyên taxê ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Mixabin ev kiryarên komên girêdayî Koalisyona Suriyê di nav hin çapemeniyên Kurd de rastî bêdengiyê tên, bi taybet jî çapemeniya Erebî ku qaşo şopandina şoreşa Sûriyê hildigire ser milê xwe lê bi awakî sîstematîk jî dixwazin van êrîşan ji tuneyî nîşan bidin, em jî wek ragihandina azad vê yekê şermezar dikin.

Dîsa li Bakurê Kurdistanê ku pêvajoya berxwedana xweseriyê hatiyê destpêkirin gelê Bakur ji aliyê çeteyên AKP ve rastî hemû rengên kuştin, birîndarkirin, girtin û barkirinê tên û hemû çapemeniya cîhan ji vê siyaseta qirkirinê re çavên xwe digire. Hikûmeta AKP dezgehên ragihandina azad qedexe kirine, gelek ji wan hatine girtin û her wiha gelek hevalên me yên rojnemevan ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Em berxwedana xweseriyê li Bakurê Kurdistanê silav dikin û êrîşên li ser gel û rojnemevanan şermezar dikin. Di heman demê de em piştgiriya xwe bi rojnemevanên ku li Bakurê Kurdistanê rastiyê dişopînin nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de em wekî rojnemevanên Kantona Kobanê ji bo pêngava-NA JI BÊDENGIYÊ RE- ya ku ji aliyê yekîtiya ragihandina azad a Kantona Cizîrê ji 3 Nîsana 2016'an ve li ser sînorê çêkirî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de hatiye destpêkirin em silav dikin û em dengê xwe tevlî dengê li dijî bêdengiyê dikin.

Bi vê mûnasebetê em bang li hemû rojnemevan û dezgehên ragihandina kurd dikin ku di xeta neteweyî de bi erkê xwe rabin û em bang li çapemeniya azad ya cîhanê dikin ku balê bikşînin li ser heqîqeta ku li kurdistanê diqewime bi taybet bakurê kurdistanê û taxa Şêx Meqsûd. Em careke din berxwedana xweseriyê li bakurê kurdistanê û berxwedana Şêxmeqsûd silav dikin û roja rojnemevaniya kurd li hemû şehîdên kurdistanê pîroz dikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê endamên ragihandina azad gotin 'Em şopdarên heqîqetênê û em ê her tim rastiya ji cîhanê re ragihînin.'

(kom/rc)