Koma Meşa Jinan: Em li nava xwezayê ji nava bajaran bêhtir bi ewlene

17:07

JINHA

MUGLA - Koma Meşa Jinên Xewezayê yên Fethiye gotin: "Em li nava xwezayê ji nava bajaran zêdetir de ewlehiyê denin."

Koma Meşa Jinên Xwezayê ku ji aliyê xweza perestan ve hatî ava kirin li deverên dîrokiyên navçeya Fethiya Muglayê bi meşa xwezayî derketin keşfê. Jinên ku bi meşê spor dikin mêr tevlî meşa xwe nekirin. Jinên ku tevahiya rojê meşa xwe berdewam dikin hemû gundên girêdayî navçeyê ziyaret dikin. Riya Likya ya Fethiyê di cihanê de di reza 10 de cih digre. Mihrîban Arslan berî sê salan dest bi meşa xwezayê kiriye û tevî sê hevalên xwe yên xwezayê koma jinên teybet ava kiriye. Tenê jin dikarin bibin endamên Koma Meşa Jinên Xwezayê ya Fethiyê û di sê salan de hejmara jinên komê gihişt 80'ê yan. Meşa jinan di Cotmehê heya dawiya Gulanê tevî şert û mercên giran ên xwezayê bi hevpariya jinan bi rehetî derbas dibe.

'Em di nava xwezayê de dikarin azad bi meşin'

Mihriban Aslan ku li Fethiyê dijî got ku ev 5 sale avakara koma meşê ye diyar kir ku li navçê komên cuda hene, ji bo ku meşa wan tenê jinin ev azadiyek cudaya rihetiya jinane. Mihrîban da zanîn ku gava nû hatiye Fethiyê bi hevjinê xwe re hertim meşa xwezayê kiriye û wiha dom kir: "Xweza û xweşikbûna Fetjiye ez mest kirim. Bi giştî meşa xwezayê turist dikin. Lê min xwest jinên li malê runiştî jî xweşikbûna Fethiyê gav bi gav nasbikin û rihê jinan li xwezayê wek pirpirîka azad be. Ji bo ku di komê de tenê jin hene, ji mêran baştir em dikarin rehet bigerin. Di komê de jinên kedkar, mamoste cih digrin. Em di nava xwezayê de ji bajaran hîn bêhtir rehetin. Ev meş ji bo me wek terapiye. Em bi meşê pir keyxweş dibin û em hemu aciz bûna xwe davêjin. Em li xwezayê serxwe bûna xwe îlan dikin."

(dt/zt)