Li Geverê dibin dorpêçê de jiyana jinan a komînal

09:06

Hulya Okalîn/JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê jin ligel hemû qedexe û dorpêça hêza dewletê li taxên xwe tên cem hev û xebatên xwe bi aweyek komînal saz dikin. Jinên ku dibin dorpêçê de tên cem hev bi hev re têdikoşin.

Navçeya Geverê ya Colemergê ku ev 42' roj e dibin dorpêça hêza dewletê de ye welatî ji ber qedexeya derketina derve di malên xwe de dîl hatine girtin. Bi heftiyan e ku welatî nikarin ji malên xwe derkevin û jiyana ji rêzê, hatiyê bi sinorkirin. Welatiyên Geverê ku nikarin ji taxên xwe dur bikevin bi hatina biharê re ligel qedexe û zextên hêza dewletê li taxê li hev kom dibin û jiyana xwe ya rojana berdewam dikin. Jinên taxê li bahçe ango li taxên xwe li hev kom dibin û bi xebatên kolektîf li ber xwe didin. Jin tên çem hev û danûstandina jiyana rojane dikin. Jinên ku xebatên xwe bi hevparî didin meşandin keyfxweşî dikeve dilê wan û wate dide berxwedanê.

Karên xwe yên rojana bi hev re didin meşandin

Jinên ku tên çem hev û xebatên xwe yên rojane bi hevparî didin meşandin qedexe û zextên li ser xwe hinek be jî jibîr dikin. Jin ji bo pêşandina nanê xwe li ber tendûrê li hev kom dibin û ji bo malbata xwe nanê çêdikin. Jinên ku di serê sibê de ji xew hişyar dibin teştek hevîr distrin û piştre tev teştên hevîrê xwe tinîn ber tendûrê taxê û bi dorê bi hev re nanên xwe dipêjin. Jinên ku li ber tendûra kevnare li hev kom dibin û kolektîfî nanên xwe dipêjin li ber tendûrê di derbarê rewşa Gever û pêvajoyê de jî di axivin. Her jineke ku karek dike û bi hev re dixebitin keyfxweşiya karê hevpar rengek cuda dide wan û kefyxweşiya karê kolektîf bi stranan dinin ziman.

'Dewlet me ji xwezayê dur dike'

Jina bi navê Emîne Îskan ku sê kurê wê di têkoşa azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest da û bi heftiyan e dibin dorpêça dewletê de li ber xwe dide diyar kir ku dewletê wan di mala wan de dîl girtiyê û di girtigeha ser vekirî de dijîn. Emîne anî ziman ku ew her sal bi hatina biharê re li çiya û çoldarên Geverê digeriyan û ev tişt got: "Em tu carî di demsalên biharê de li malên xwe ne diman. Niha li çiya û çoldarên Geverê gelek nebat û giyayên tendûrîstiyê şîn hatine. Em her sal ji bo ji wan nebatan sûdê bigirin diçûn ser çiyan. Lê îsal em ji ber zext û êrîşên dewletê nikarin biçin ser çiyan û giyayan ji xwe re kom bikin. Dewlet me ji xwezayê dur dike. "

'Bila dewlet ji warê me derkeve'

Emîne destnîşan kir ku dema dewlet ji welat û warên derkeve dê gelek keyfxweş bibin û wiha domand: "Em ewlehiya ku de dewlet ji me re bîne em navên. Bila tenê ji welat û warê me derkeve. Bila me û xweza ma bi tenê bihêle. Ev yek ji me re bes e."

'Em bi hev re têdikoşin'

Jina bi navê Ayşan Al jî li ser jiyan û xebatên xwe ya kolektîf axivî û diyar kir ku hemû hewldana wan ji bo jiyana hevpariye û wiha axivî: "Em bi rojan e di malên xwe de hatine astengkirin. Nikarin derkevin derve. Lê ji bo me ne xem e. Em bi cîranên xwe re li cem hev in û bi hev re têdikoşin. Ji bo me jiyan ev e. Ne tiştek din."

(rc)