Çîroka du jinên li hev dikin û bi hev re jiyan dikin…

09:08

JINHA

DÎLOK - Halise Ali ya ku ji ber şerê dihat jiyan kirin ji Suriyê koçî Dîlokê kirî û ji aliyê malbata xwe ve bi darê zorê hatî zewicandin, di meha çaran a zewaca wê de jin serhat. Halise ya ku rewşa heyî ne pejirand û li gel dayika hevserê xwe jiyan dike got: "Em baş li hev dikin ji ber ku tiştên me her duyan jiyan kirî hemane."

Ji ber şerê navxwiyê li Suriyê tê meşandin bi hezaran welatî koçberbûn li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bicîhbûne. Suriyeyiyên ji mafê jiyanê heya tenduristiyê gelek mafê wan ji dest hatine girtin, her roja diçe şerê jiyana wan hîn zêdetir zor dibe. Li xeta Hatay, Gurgum û Dîlokê jinên ciwanên Suriyeyî bi zorê serhewî tên zewicandin. Yek ji wan jî Halise Ali ya 29 saliye ku ji ber şerê li Suriyê berdewam dike koçberî Tirkiyê bûye.

'Em baş ji hev têdigihin ji ber ku tiştên me her duyan jiyan kirî hemane…'

Halise ya li Tirkiyê bi zorê hatî zewicandin wiha got: "Berî 9 mehan bi zorê ez bi mêrek zewicî re zewicandim. piştî 3-4 mehan hevserê min hat, dixwest bi jinek din a Suriye yî re bizewice. Ji ber em nû zewicîbûn ez nedifikirîm tiştek wiha bike. Paşê wek xwe kir û zewicî. Ez jî vegeriyam mala birayê xwe. Paşê dayika hevserê min û xwişak wî hat ez vegerandim. Dema ez vegeriyam hevserê min got; 'Tu û evjîna min a dinê nikarin bi hev re di heman malê de bijîn.' Paşê me mala xwe guhert. Ez li gel dayika hevjînê xwe di heman malê de dijîm, ez dikarim bêjim bi xêra wê min xwe komî serhev kiriye. Malbata min vegeriya Suriyê lê ez neçum. Dayika hevserê min jî weke min bi zoriyan mezin bûye, ji bo wê em li hev dikin û ji hev têdigihin."

'Şeva ku ez zewicîm hînbûm ku hevjînê min dîne'

Ayşe Yakut a 72 salî ku dema kurê wê jinek din aniye hevjîna wi ya berê Halise mal terikandî jî di 19 saliya xwe de bi mêrek qet nas nedikir re bi zorê hatibû zewicandin. Ayşe bi kenek xemgînî roja zewaca xwe wiha anî ziman: "Weke îro li bîra mine. Rojekê ez ji derve dihatim malê, malbata min bi mêrek nenas re min zewicand. Ez amadekirim û şandim gundekê. Ez li malekê mam. Di mala ku ez têde dimam de zarokek dîn hebû. Nîvê şevê di malê de şer derket. Mêrê ezê pêre zewicîbama li gel wî zarokê dîn şer dikir. Her duyan jî ser min şer dikirin. Ez wê şevê hînbûm ku mêrê ez pêre bizewicim dîne."

'Bi salan min bedelê xetayê malbata xwe dida'

Ayşe bilêv kir ku bi dehan caran ew li mala bavê xwe vegeriya, lê her carê ji aliyê bav û birayê xwe ve cardin dihat şandin û wiha domand: "Ez û hevserê xwe em li zeviyan digeriyan, hemû karên nava zeviyan ji çapê heya komkirina pembûyan me kiriye. Hevserê min nedizanî biçe bazarê tiştekê bîne, dema ku hêrs dibû jî 4 rojan nan nedixwar. Bi salan min bedelê xetayê malbata xwe pir giran da. Ez niha hevjîna kurê xwe jî bi dest heman şaşiyan naberdim. Malbata wê niha li Suriyê ye, ez li wê xwedî derketim."

(zt)