'Ji bo tecrît ji holê rabe divê jin zêdetir têbikoşin'

09:10

JINHA

STANBOL - Endama KJA'ê Sebehat Tuncel di derbarê tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û konsepta şer a AKP'ê ya Kurdistanê nirxandin kir û anî ziman ku ji bo tecrît ji holê rabe divê jin zêdetir bixebitin.

Koordînasyon û Endama KJA'yê Sebahat Tuncel tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û konsepta şera AKP'ê ya li Kurdistanê nirxand. Sebahat pêvajoya çareseriya pirsgirêka gelê kurd ku di sala 2013'an de ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin bibîr xist û got: "Hewldanên Ocalan ji bo aştiyê gelek çêbû ye. Ev hewldan ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo Tiriyê ji bu hêviyek û hate bejîrandin. Gelen Tirkiyê bi pêvajoya aştiyê bêhnek fereh standin. Lê belê pêvajo ji aliyê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ve hate xirakirin û pevajo yek alî hat hiştin. Piştî ku mase hate qûlbandin li Kurdistanê şer kete dewrê û bi sedan kes jiyana xwe ji dest da."

'Çareserî di muzakeriyan de derbas dibe'

Sebahat li ser rewşa rewşenbirên ku polîtîkayên şer qebûl nekirin û hatin girtin jî ev tişt got: "Piştî ku pêvajo hate xirakirin û şûnde em talankirina xwezayê, qetliyam û îstîsmara jin û zarokan gihiştiye asta herî jorin û azadî ketiye asta herî jêrin. Em cardin destnîşan dikin ku ji bo polîtîkayên şer raweste û ji bo jiyanek aramî divê demîldest cardin muzakere bên destpêkirin. Ji ber ku çareserî di muzakereyan de derbas dibe."

'Hikûmeta AKP'ê ev salek e tecrîtê berdewam dike'

Sebahat destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê astengiya herî bingehîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Abdullah Ocalan ev 17 sala e dibin tecrîta herî girande ye û di hucreyê de tê girtin. Tecrîta li ser Ocalan dijî zagonan e û keyfiye. Hikûmeta AKP'ê bi keyfî ev salek e ku tecrîtê berdewam dike. Heyeta HDP'ê herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevdîtinê kirin û heya niha qet hevdîtin çênebûye û tecrîta li ser Ocalan girantir bûye."

'Aştî û azadî dibin tecrîtê deye'

Sebahat anî ziman ku ne tenê kesayeta Abdullah Ocalan di haman demê de aştî û azadî ji dibin tecrîta girande ye û ev tişt got: "Dema ku em daxwaza gelê aştî û azadîxwazan dinirxinin, gel aştî û azadiyê di azadiya Ocalan de dibîne. Lewra em dikarin bêjin ku aştî û azadî niha li Îmraliyê hatiyê girtin û dibin tecrîtê de ye. Baş tê xuyakirin ku AKP'ê pêşeroja gelê Tirkiyê tune dike û welat ber bi aloziyê ve dibe."

'Em zêdetir bixebitin'

Sebehat di dawiya axaftina xwe de de ev tişt got: "Rêya rizgarkirina Tirkiyê ku ber bi siyaseta tunebûnê ve diçe destpêkirina muzakereyan e. Li Kurdistanê li ser bedena jinê gelek polîtîkayên qirêj hatin kirin. Ji bo ev polîtîkayên li ser jinê û tecrîta li ser Ocalan rabe divê em jin zêdetir têbikoşin."

(ho/rc)