Hêzên Asayîşê agirbesta demkî îlan kir
09:36
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Rêvebera Asayîşa Giştî ya Kantona Cizîrê Ayten Ferhad derbarê şerê li Qamişlo agahî da Ajansa JINHA û got li ser daxwaza hêzên rejîmê ji seat 3'ê û pêde agirbestek demkî hatiye îlankirin.
Rêvebera Asayîşa Giştî ya Kantona Cizîrê Ayten Ferhad derbarê şerê li Qamişlo ku di encama êrîşên Çeteyên rejîmê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û hejmarek mezin sivîl birîndar bûn de agahiyên girîng bi ajansa mera parvekir. Ayten got li ser daxwaza hêzên rejîma Bees ji seat 3'ê nîvro pê ve agirbesteke demkî hatiye îlankirin.
Ayten têkîldarê şerê ku li Qamişlo navbera hêzên YPG/Asayîş û rejîma baasê de wiha got, "20 mehê de êrîş ji aliyê Hêzên Çekdar ên Rejîmê ve dest pê kirin. Beriya bûyerê jî pir kesên sivîl hatibûn girtin. Li ser gel û karmendan jî tehdît dihatin kirin. Li ser vê yekê di 20'ê heyvê de dema ku komek ji asayîşê li ber hêzên Rejîmê derbas dibûn, ji aliyê rêjîmê ve hatin gulebarankirin. Her wiha komek me ya din jî dixin kemînê. Wiha jî pevçûn destpê dikin û 3'ê hevalên me li wir jiyana xwe ji dest dan. Piştî şehadeta hevalên me hêrseke mezin a gel çêbû û gel li ser esasê parastina rewa li ber xwe dide. Di tevahiya rojê de şer dewam kir."
Ayten da zanîn ku di heman rojê de hêzên rejîma baasê dexwaza rawestandina şer kirin, "Nîqaş û hevdîtin çêbûn. Hin hêz ketin navberê de. Di wê rewşê de me pevçûn da sekinandin. Ligel vê yekê jî Hêzên Rejîmê êrîşên xwe nedan sekinandin, êrîş dewam kirin. Bi çekên giran êrîşê gel kirin. Gelek mal wêran kirin. Bi taybet li semta Qûdûr Beg, Seyahî û li ser sînor jî bi hewanan êrîş pêk anîn. Ev jî polîtîkaya taybet a li beramberî gel nîşan dide."
Ayten Ferhad da zanîn ku li beramberî êrîşên rejîmê gel bi perspektîfa parastina rewa li ber xwe da û wiha pê de çû: "Piştî şer berfirehtir bû, dîsa hêzên Rejîmê daxwaz kirin ku pevçûn bisekinin. Jixwe darbeyên giran ji hêzên me xwarin. Li beramberî birîndarî û şehadetan gelê me bi awayeke xurt bersiv raber kir û vê yekê rejîm pir tirsand. Jixwe di encama berxwedaniyeke mezin de girtîgeha Elaya jî kete destên hêzên me. Kesên girtî jî hatin rizgarkirin."
Ayten Ferhda da zanîn ku wan li ser esasê hevdîtin û daxwaza hêzên Rejîmê agirbesta demkî dane dest pê kirin û wiha pêde çû: "Niha agirbesta ku hatiye îlankirin demkî ye. Hêzên me û yên Rejîmê li cihên xwe sekinîne. Lê belê ger ku nêzîkatiyeke cuda li beramberî gelê me pêk bê, hewl bidin ku gel bigrin, an jî êrîş bikin em ê di çarçoveya parastina rewa de gelê xwe biparêzin."
(rc)