Çalakiya nobetê ya sînor îro JINHA Rojava dewir girt
12:01
JINHA
QAMIŞLO - Nobeta rojnamevanên Rojava ya bi navê ‘Na ji bêdengiyê re ‘ di roja 20'an de didome. Çalakiya nobeta îro nûçegihanên JINHA Rojava dewir girtin.
Hemleya rojnamevanên Rojava a bi navê ‘Na ji bêdengiyê re ku Yekîtya Raghiandina Azad di 3’ê Nîsanê de ji bo şopandina êrîşên li ser navçeya Nisêbînê û hewldana şikandina bêdengiya navnetewî ya li hember van êrîşan daye destpêkirin, di roja 20'an de didome. Îro jî koma rojnamevanên JINHA Rojava çalakiya nobetê ya sînor dewir girtin û êrîşê artêşa tirkiyê yê li ser Nisêbînê şopandin. Nûçegihanên JINHA Rojava ên ku nobeta dorveger serê sibê dewir girtine diyar kirin ku êrîşê artêşa Tirkiyê yê li hember Nisêbînê bi çekên giran, tang û topan bê navber dewam dike. Nûçegihên JINHA Rojava anîn ziman ku ji du taxên Nisêbînê di encamê êrîşê de dukel bilind dibe û gotin pevçûnên giran diqewimin.
Nûçegihanan her wiha destnîşan kirin ku li ser sînor jî tevgera wesayîtên zirxî heye.
(en/jh/rc)