Jina Cizîrê a rûken û berxwedêr : Gulistan Ustun

13:20

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di komkujiya ji aliyê hêzên dewletê ve li jêrzemîna yêkemîn a wehşêtê hatiye kirin de xebatkara Navenda Çand û Hunera Mem û Zînê Gulîstan Ustun (Eylem) jî hatibu qetil kirin. Hevala Eylemê Mahabad Olmez di nivîsa xwe de behsa Eylemê dike, behsa rûkenî, riha wê ya parveker, hesta wê ya baweriyê û ya herî girîng jî lihevanîna hûner û têkoşîna wê kir.

Me amadekariyên xwe yên ji bo konsêra çend roj paş ve dikir. Min û Zeynebê hewl dida ku em repertuarekê amade bikin. Ez di baxçeyê Çandê de rûniştibûm Zeyneb jî di maseya tam li hemberê min de rûniştibû. Di wê navberê de hevalek hate bexçeyê. Porê wê xelek û dirêj bû. Êlekek reş û şelvarek li wê bû. Pêlavek spor wekî meqabê jî li xwe kiribû. Rêveçûna wê gelek li xwe bawer bû û jinek delal bû. Hat û rûnişt. Bêhnekê sohbet kirin. Min jî xwest hevala nû hatî nas bikim û ez jî çûme cem wan û me silav da hevdu. Zeynebê bi kenekî germ li me nêriya û em li hevdu dane nasîn. Navê wê Eylem bû. Paşî ez jî tevlî sohbetê bûm. Hevala Eylemê digot divê em hevdu xwedî derkevin. Digot ku divê em wateya dîrokî ya wan sitranên ku em ê bibêjin, bizanibin. Dengê Eylemê pir xweş bû hevaleke jîr û jêhatî bû. Di navbera salên 2005-2009 ê de di xebatên çandê de cih girtibû. Her wisa di meseleya jinê de pir hessas bû. Bi mebesta 8'ê Adarê Roja Jinan di gelek lîstikan da derketibû sehnê weke din nivîseke wê jî hebû.

Wisa diaxivî û behs dikir. Paşî mesele hate girtîgehê. Min hingî zanî ku Eylem 5 salan di girtîgehê de maye û ew çend roje ji girtîgehê derketiye. Min û Zeynebê me gelek mereq kir û me jê xwest ku ji me ra behsê girtina xwe bike. Paşê wiha ji me re behsa wê rojê kir: "Di sala 2009 an gelek kes hatin girtin di Çandê de xebata hevalan ya klîpê hebû û ji bo wê jî divê qeyda dengî çêkiriban. Ez jî di wê xebata klîpê debûm. Ez sibê zu hişyar bibûm ji bo qeydê çûbûme studyoyê. Qeyd incax di nav çend rojan de xilasbibû. Piştî ku xilas ez jî ji Amedê ber bi Cizîrê ve bi rê ketim û gihiştime malê. Ji ber ku ez gelek westiyabûm ez li gel malbata xwe gelek neaxivîm û kolana malê de di xew re çûme. Pişti nîv saetê ez bi dengê hewaran û qêrînan hişyarbûm. Polêsan mala me dorpêç kiribûn û paşê ser me dagirtin. Polîs hatine odeya min û heqaret li min kirin, li min xistin û paşê ez binçav kirim. Çend rojan ez birçî û tî hêlam ez rastî êşkenceyê hatim. Dûvre ez derketim mehkemê û hatim girtin ez şandim Girtîgeha Tîpa T yê ya Mêrdînê .’’

Eylem di nava 5 salan da şandibûne girtîgehên cur be cur û piştî 5 salan azad bibû. Hêj di zaroktiya xwe de ketibû girtîgehê û jiyan bi êş û janan re naskiribû. Çavên wê tejî bibûn û di dawiyê de got ‘’ A wisa bû’’ Min ew wê rojê naskiribû. Me ji wê re gotibû bila li gel me berdewam bike xebatan, wê jî gotibû‘’ bila hinek dem derbas bibe ez bixwe dê dest bi xebatan bikim ‘’ Roj û meh derbas dibûn Eylemê wekî salên berê êdî xwe bi temamî dabû xebatan. Çend hatiba saziyê li gel xwe ji bo me hinar dianîn. Ji çentê xwe hinar derdixist û bi me re parve dikir. Êdî min ew wekî hevalek normal nedidît ; ji bo min peyva ‘’rêhevaltiyê’’ tenê li wê dihat. Êdî me her tişt bi hevra dikir. Me bi hevra hêza xwe kom dikir û me xwe bêhtir dida xebatên qada çandê û me baştir berdewam dikir. Eylemê ji bo hevalên xwe her tişt dikir xwedî rihek fedakar bû her wisa gelek ji parvekirinê hez dikir. Guhdariya hemû pirsgirêkên hevalê xwe dikir û fêm dikir. Gelek pirsgirêk çareser dikirin çareserî peyda dikirin, da ku hevalê wê pêş bikevin her tiştê ku ji destê wê dihat dikir.

Li Cizîrê ew 9 roj bû qedexeya derketina derve hebû gelê me rojên nexweş derbaz dikirin. Eylemê difikirî gelo em çi bikin da ku ‘’em moralê bidin’’ gel hewl dida ku tiştekê bike. Fikrên xwe li gel me parve dikir pêşniyarên me gûhdar dikir û me bi hevra ji bo gel çalakî pêk dianîn. Em bi şev diçûne taxan me hewl dida bi erbaneyan û stranan moralê bidine gel. Hevala Eylemê pêşniyar dikir ku ji bilî wan xebata ne em dikarin ji zarokan kartonfîlman bidin temaşekirin û ew pêşniyarene dianîne cih. Yanî hezkirin û dilsoziya xwe ya ji bo gelê xwe bi çandê dianî ziman. Her tişt di riya xwe de diçû gel hewl dida ku birînên xwe derman bike û baş bibe...heta ku ew ‘’qedexeya’’ ku Cizîr biriye berxwedana mezin dest pê kir.

Qedexe hatibû îlan kirin, roja yêkemîn bû û me jî wê rojê dahol û erbaneyên xwe wergirtin û em çûne cihê ku qedexe hatiye îlan kirin. Em hemû bi hevra dora agiri kombûn û me bi erbaneyan stran gotin, min hîs kiribû ku ez birçî me Eylem jî tam di wê demê de birçî bibû û ji min pirsî ‘’niha te dixwest ku çi hebe an jî te dixwest çi bixwî’’ û min jî xwarina ku ez herî zêde jê hez dikim got Kuftika ‘’Elî Usta’’ xwest. Me herduyan jî gelek ji kuftikê hez dikir , min dît ji çentê xwe kuftika di nava nanê bilûle de pêçayî derxist û da min, min jî jê xwest ku bike du par lêbelê tevî ku birçî bû min çend da zorê jî tenê perçeyek piçûk jê kir û para mayî xwest ku ez bixwim. Min wekî dixwar ez fikirîm ‘’ Heke ez bûma û ez birçî bûma, min ê para mezin a xwarina ku ez herî zêde jê hez dikim daba yeke din?’’ Ez gelek kêfxweş kiribûm ji ber ku...Difikirî girîngî dida û ya herî girîng jî parve dikir.

Tevî hemû qedexeyan gel bi govend û dîlanên xwe bi kenên xwe yên germ piştgirî didane hev û ser piya disekinîn. Roj derbas dibûn me heval û hezkiriyên xwe wenda dikirin, ser rûyên me xemgînî hebû, lê belê em bihêz bûn. Qedexe berdewam bû, şevekê ez Eylem û hevalek din li dora agir rûniştibûn. Ji herderê dengê çekan û topên hewanê dihatin û ji nişka ve bê sebeb top avêtine aliyê ku em lê, qasî ku em wê gavê tirsî em tu car netirsîbûn lê me nedida diyar kirin; heçku mirin wê gavê pir nêzîk bibû. Hevala Eylem ez himbêz kirim gote min ‘’netirse’’ û da ku ez şîdeta dengî kêmtir hîsbikim gûhên min digirt. Ez careke din bûme şahidê fedakariya wê, ji ber ku bi hêmbêzkirina min hewl dida ku min diparêze û wê gavê hevala xwe difikirî. Hevala Eylem, demên herî bêdeg de derdikete kolanan , deng derdixist tîlîlî vedidan. Û bi vê yekê di we taxa ku şîn heyî cihê xwe dida berxwedanê û dilên wêrek moral kom dikirin û dihatin ser hişê xwe.

Êrişên fîzîkî û yên psîkolojîk ên li ser gel zêdetir bibûn, kesê nedikarî birîndaran bibe nexweşxanê , gel êdî qet nedikarî bifikire ka dê çi bike. Birîndar dibirine malan û bi derfetên xwe derman dikirin. Eylemê jî wekî gelek hevalên din alîkariya birîndara dikir û ji wan re xwarin çêdikir hewcehiyên nexweşan diqedandin û carna şevqeta dayîkekê nîşan dida. Dem derbas dibû û êrîş tundtir dibûn. Eylem jî di wê jêrzemînê de bu ku di nav de şehîd û birîndar jî hebûn, bi rojan dilsoziya xwe ya jiyanê re nîşan dabûn û li berxwe dabûn û bi rojan birçî-tî mabûne benda xilaskirinê. Lê belê kes li hewara wan nehat û kesê nedizanî ku dê bibe sedema ew qas berxwedanan , nedizanîn ku dê bi dehan Eylem, Ferîde, Memet, Ferhat , Remezan, Sakîne û Azad ji dayîk bibin. Eylem heta dawiyê mabû û li berxwe dabû û wekî Eylemê gelek hevalên me yên xwediyê çîrokên cuda jî mabûne di wê jêrzemînê de. Min hingî careke din fêm kir ku; Belê Eylemê dê ji bo hevalên xwe canê xwe jî daba û canê dabû.

(şsç/rc)