Li Cizîrê gelek zarok di zikê dayîkan de hatin kuştin

14:38

JINHA

ŞIRNEX - Di êrîşê hêzên dewletê yê li hember qadên xwerêveberiyê yê li Cizîrê de herî kêm 251 welatî hat qetilkirin û hêjmarê pitikê di zikê dayîkên xwe de hatî qetilkirin hîna diyar nebûye.

Di encama polîtîkayê qirkirin û dagirkerî û êrîşê artêş û hikûmeta AKP'ê yê li Cizîrê di nava 79 rojan de 251 welatî hat qetilkirin. Ji ber êrîşên giran ên hêzên dewletê gelek jin zarokên wan ji ber çû û hêjmarê pitikên ku di zikê dayîkên xwede mirine jî hîna zelal nebûye. Jinên ku zarokên wan ji ber wan çûne diyar kirin ku ew ê li hember vê yekê bêdeng nemînin û gotin ji bo hesab xwestinê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

'Pitikê min di zikê min de mirîbû'

Dayîka 7 zarokan Zekiye Eren wiha got, "Gava ku qedexe li Cizîrê hat îlan kirin ez ducanîbûm. Ez ji bo qedexe 20 roj di nava xanî de mam. Dûvre ji ber êrîş giran bû neçar man ji taxê derêm. Ez û zarokên xwe çûn mala bavê xwe. Rojek şer dijwartir bû, bi yek carê ji xew rabûm min dît ku nava xwînê de mame. Ji bo şer ambûlans nikarîbû bikeve nava taxê. Malbat ez nav betaniyê de pêçam û bi alek spî min ji taxê derxistin. Hîna ez negihandim nexweşxanê zarok ji ber min çû. Bebika ku min bi ked di nava zike xwe de mezin kiribû jiyana xwe ji dest dabû. Eger li Cizîrê şer pêk ne hatiba niha zarokê min wê jiyan kiriba.

'Gava min hîs kir ku tiştek ji zarokê min hatî min qîr da'

Ayşe Sevgîn jî di dema êrîşê de zarokê wê ji ber çûye. Ayşe wiha qala wan kêliyan kir, "Zaroka min 7 mihî jiyana xwe ji dest da. Berî qedexe despêbike, her dem diçûm gel bijîşkan. Tenduristiya zaroka min pir baş bû. Bi qedexeyê re ez tevî malbatê neçar man derbasî taxa Cûdî mala xizmên xwe bibin. Leşkeran bi ser malan de girtin û li derî dan. Gava ku min derî vekir bi yek carê leşkeran gule reşandin, wê bêhnê ji bo zarokên xwe biparêzin, min xwe avêt ser wan. Piştî hingî min xwest ez rabim lê destû piyê min girêdayî man. Gava min hîs kir ku tiştek ji zaroka min hatiyê min qîr kir. Dayîka min gazî ambûlansê kir. Piştî ku ez gihêştim nexweşxanê bijîşkan gotin pitik miriye. Di heman demê de min girtin ameliyetê."

'Zarokêk din jî dan deste min'

Ayşe da zanîn ku roja ku ji nexweşxanê derketî du pitikên mirî dane destê wê û wiha domkir, "Ji bilî pitikê min yek din jî dan min. Min pirs kir ev zaroka keyê, hemşire got ku zaroka jinek dine ku zaroka wê ji ber çûye. Hemjîre got ku ew pitika xwe li şûn xwe hêşt û çû. Ji min xwest ku ez bi zaroka xwe re defin bikim. Di serî de min qabûl nekir lê piştî wê min zarok anî. Ji bo ku li ser taxê top baran hebû min nikarîbû zarokan defin bikim. Me zaroka danîn mala şînê, hîn jî ez nizanim bê ka çi ji wan hat."

(dt/rc)