Li Efrînê 1 Konferansa HPC-JIN hat li darxistin
15:20
JINHA
EFRÎN- Li Efrînê 1. Konferansa Hêza Parastina Civakê a Jin (HPC-JIN) bi tevlîbûan 350 delegeyan hate li darxistin.
Li Kantona Efrînê 1. Kongeransa Hêza Parastina Civakê a Jin (HPC-JIN) li Navenda Şehîd Rûken bi tevlûbûna 350 delegeyan pêk hat. Bi tevlîbûna endamên Kongra-Star ya Navenda Efrînê, her wiha hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Daliya Henan, Koordînasyona Kongra-Star Zelal Cîger, Seroka Desteya Jin Fatma Likto û Partiya Yekîtiya Demokratîk konferans pêk hat. Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtin despêkir de koordînasyona Kongreya-Star Zelal Cîger û Seroka Desteya jin Fatma Likto, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk, Daliya Henan axaftin kirin.
Di konferansê de Koordînasyona Kongreya Star Zelal Cîger diyar kir ku pêk hatina konferansê ji bo jinan rûmeteke û wiha domkir, "Ji bo ku jin li Rojava ji tevahî jinên cîhanê re bibe mînak, pêwîste ku jin dest bi parastina xwe bi xwe bike." Zelal gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê parastina jin ji xwere bi bîr anî û wiha pêde çû, "Jina ku nikaribe xwe biparêze nikare jiyan bike. Ji bo wê pêwîste ku jin li bendî tu kesî din nemîne ku parastina wê bê kirin. Pêwîste jin hêza xwe ya parastinê bi awayekî xweser bi hêz bike. Ji bo ku neyê hedef girtin. Dema ku trajediya jinên Şengalê ye ku bi deste çeteyên DAIŞ'e ve hatibu jiyankirin tînin bîra xwe em tev jî pir dêşin. Ger ku jinên Şengalê hêza xwe ava kiriba wê ev tirajedî ji aliyê jinan ve ne hatiba jiyan kirin."
Kongre bi xwendina reziknameya hêzên parastina jin ji civakê re berdewam kir. Deriye hilbijartinan li peşiya jinên parastina cewherî hatê vekirin.
Kongre didome…
(fr/rc)