Remziye Bor a ku di beşa lezgîn de tê ragirtin îfadeyê wê hat girtin!
15:59
JINHA
WAN - Îfadeya Remziye Bor a ku rastî êrîşa tîmên taybet hat û li nexweşxaneyê tê dermankirin, hate giritin.
Li taxa Xaçortê ya navçeya Riya Armûşê ya Wanê jina ducanê ya bi navê Remziye Bor di 14'ê Nîsanê de di encama êrîşa polîsan de li mala xwe bi giranî hatibû birîndarkirin û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê tê dermankirin. Remziye a mu li beşa lênêrîna giran bi awayekî girêdayî makîneyê tê dermankirin, guleya ku li pişta Remziye ketiye marîpişta wê parçe kiriye lê ji ber ku ducanî ye nikare bê emeliyatkirin.
Remziye a ku felc bûye, zaroka wê jî bi xortuma ku bi zikê wê ve hatiye girêdan tê xwedikirin lê ji ber ku hêj zû ye nikare bê emeliyatkirin. Zarok piştî ku 8 mehên xwe temam bike dê piştî 20 rojan bi sezaryanê ve dê bê girtin.
Li aliyê din hate hinbûnê dozgerê ku têkîldarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin hatiye nexweşxaneyê îfadeya Remziye girtiye. Di vê navberê de li ser wesayîtekî zirxî ya li ber nexweşxanê balkêş e navê tîmê taybet ê bi navê Abdullah Delîbaş ê ku miribû hate nivîsandin.
(rc)