Jiyana Leyla Bedirxan bi berhema navê 'Leyla' cardin tê pêşandan
09:05
JINHA
STANBOL - Jina bi navê Yeşîm Coşkun bi berhema navê "Leyla" cardin li ser dikê giyan da jiyana yekemin reqsvana jina kurd Leyla Berdirxan.
Jiyana yekemîn resqvana jina kurd Leyla Bedirxan bi berhema Yeşîm Coşkun ya bi navê "Leyla" cardin derket ser dikê û dê bê pêşandan. Yeşîm a ku giyan dide jiyana û têkoşina Leyla Bedirxan dibêje ku dîtina Leyla û xwebûna Leylayê gelek zor û zehmet e. Yekemîn reqsvana jina kurd Leyla Bedirxan di sala 1930'an de li Ewrûpaye dest bi hûnera rekqsê dike û di dîrokê de navê wê wek "Prensesa kurdan" derbas dibe. Leyla Bedirxan bi dehan caran li Emerîka, Ewrûpa, Asya û Afrîkayê b operayên bi nav û deng yên wek "la scala" û Saba Melîkanesinde Belkis" derkes ser sahneyê û dansa xwe girt. Leyla Bedirxan keça Abdulrezak Bedirxan ê ku ji malbateke nasîn û dewlement tê bi çanda Tİrkiye, Misir û Ewropayê mezin bûye. Leyla Bedirxan ku îlham ji rojhilata navin û Ewropayê standiyê hemû reksên ku kiriyê navê kurdî li berhemên xwe yên reksê daye.
Jiyana Leyla Bedirxan ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ve bi projeya "Leyla" cardin hate jiyandin. Têkoşîna jiyana reksa Leyla Bedirxan dê ji aliyê Yaşîm Coşkun ve bê zindikirin. Listika "Leyla" ku sala borî di maha gulanê de promiyeriya wê hate kirin dê di 28'ê Nîsanê de li Navenda Hunera Fulya ya Beşiktaşê bê pêşandin.
'Jineke xwe radestî reksê kiriye'
Yeşîm a ku cardin reksa Leyla Bedirxanê zindî dike qala lêkolinên li ser Leylayê dike bi van hevokan tinê ziman: "Di derbarê reksa Leyla tu dîmen û wêne di nav refên toz de nehate ditin. Ez gelek meraq dikim gelo dema Leyla direkîsî çi dikir û çawa direkisiya. Gelek kala destên wê dikin gelo çawa destê xwe bikar dianiya. Min dixwes bi saniyeye buya jî reksa wê bidita. Lê mixabin her çi qas ez lê geriyam j imin ne dit. Leyla Bedirxan ji ber yekemin reksvana jina kurd e cihê wê gelek giring e. Min di sala 2005'an de pirtûka Leyla Safiye ku qala jiyana Leyla Bedirxan dikir xwend û gelek jê bi bandor bûm. Diwê demê em li ser vê projeyê rawestişyan. Navenda Mezopotamyaya reksê nû vebibû û ji bo projeyek wiha gelek zû bû. Dema ku em ketin sala 2015'an em fikirin ku tam dema projeyê ye û me dest bi projeyê kir."
'Ez ji bo reksê ji dayîk bû me'
Yeşîm da zanin ku ji bo projeyê gelek lêkolin û amederiyan kirine lewra ji bo Leyla Bedirxan baş nasbikin û giyan bidinê bi Nîviskara ku jiyana Leylayê nivîbû bi Leyla Safiye û malbata Bedirxanan re hevpeyvinê kirine û di derbarê wê de agahiyan kom kirine.
Yeşîm ragihand ku dema rojnameya wê demê bi Leyla Bedirxanê re raportaj distine jê re dibêjin "Prensesa Farsiyan" lê Leyla Bedirxan bertek nîşandide û ji wan de dibê ku ew nasnameya wê kurd e. Yeşim anÎ ziman ku Leyla her tim bi nasnameya xwe kurdevarî dixwest bihata naskirin. Yeşîm got ku Leyla Bedirxan ji bo nirxê dida gelê kurd her tim bi kurdevarî nêz dibû û navê hemû berhemên xwe bi kurdî dida.
'Têkoşina jinekê ji bo hûnerê'
Yeşîm di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku kesayeta Leyla gelek zor û zexmet e lewra dema ku wê dileyze jig elek zehmetiyan dikişe û got: "Em bi gorî berhem û nîvisên li ser Leylayê ketin rê. Bi rastî ji jinek gelek zor û zexmet e. Leyla gelek ji reksê û hûnerê hes dikir û ji bo baş bileyze gelek têkoşiyaye."
Yeşim di dawiyê de ev tişt got: "Leyla dema ku dest bi hûnerê dike ji aliyê xizm û malbata xwe ve rastî bertekên mezin tê. Lê Leyla li hemberî hemû zor û bertekan ji bo hûnerê têdikoşe û hûnera xwe pêşkeşî gel dike. Me jî xwest ku vê têkoşinê cardin bidin jiyandin û bi nifşên nû bidin nasin."
(ho)