Li Silopiya 'qedexe' rabû
11:08
JINHA
ŞIRNEX - "Qedexeya derketina derve" ya li navçeya Şirnex Silopiyayê di 5'ê Nîsanê de hat ragihandin, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve bi daxuyaniyekê saet di 04:30 de hat rakirin û navbera nava rojê jê re hat dayîn.
Piştî "qedexe" di navbera saet 04:30 û 21:30 ê nava rojê de li navçeya Şilopiya Şirnexê hat rakirin, gelê navçeyê yê 20 rojan di nava ambargo û dorpêçiya hêzên dewletê de ma, berê xwe da taxên Başak û Barbaros ên bi tank û topan hatin xerakirin. Şêniyên taxan berê xwe dan malên xwe, lê tişta dîtin xirbe bû. Xaniyên welatiyan bi erdê re bûne yek. Vê rewşê di heman demê de polîtîkaya talanê ya hêzên dewletê careke din raxist pêş çavan.
20 rojan hêzên dewletê bi tankan bombe li navçeyê barandin, niha jî bi makîneyên kar ên bi palet, xaniyan xera dikin.
(kom/zt)