N. E ji kar avêtin û ji bo wê kampaniyaya lîncê dan despêkirin

11:13

Şehriban Aslan /JINHA

ISPARTA - Li Ispartayê karmenda bi navê N. E bi hînceta heqaret li Serokomar kiriye polîsan ser mala wê de girtin. Di sergirtinê de pirtukên Weşanxana Aram ê yên di malê de dîtin wek suc dîtin. N.E diyar kir ku piştî hat binçav kirin ji kar hatiye avêtin û 2 mehan ji kar hat durxistin. N.E dazanîn ku piştî binçav kirinê li ser tora civakî di derheqê wê de helmeta lîncê dan destpêkirin.

Li gel ku van rojan serdegirtina malan zêdeye, bûyerek weke vê jî li Isparta hat dîtin. Bi hinceta bêmafî li Serokomar kiriye polîsan ser mala jina karmenda ya bi navê N.E de girtin û binçav kirin. Polîsan dest danî ser kovar û pirtukên Weşanxana Aramê. Karmend N. E piştî hat binçav kirin pirtukên Weşanxana Aramê suc hat dîtin

'Polîsan dest danî ser pirtukên Aramê'

N.E dema serdegirtina polîsan wiha anî ziman: "Hînceta polîsan ku avêtin ser mala min ji ber min li ser tora civakî heqaret li Serokomar kiriye. Roja pêşî hînceta binçav kirin amin 'propaganda rêxistin' bû roja duyemîn 'endama rêxistinê' berdewam kir. Dema avêtin ser mala min ji derveyî pirtûk û kovaran tiştektinê nebû. Bi dehan pirtûk û kovarên Weşanxana Aramê hebûn. Hemu pirtukên Aramê wek delîlê suc hatin dîtin. Tenê bi sergirtina malan jî sînor ne ma Isparta bajarek ku hemu kes li ser navê neteweperestiyê şova faşizan amede dikin. Berî niha jî ji bo xwendekar kurdin û kurdî axivîne rastî êrîşan hatine. Hertim li her derê bajêr êrîş hene, em her roj bi diltirsî jiyan dikin ji ber ku li vir êrîş zêdene.

'Ez ji kar hatim durxistin'

N. E destnîşan kir ku ji roja ew hatiye binçav kirin ji kar durxistine û wiha berdewam kir: "2 mehin ewraqê durxistina kar tên ji min re. Ji bo dadê banî min nekirine, tenê ewraqê durxistina kar tên mala min. Hîn derneketime dadê, ez nikarim herim ser karê xwe û xwediyê kar ceza ji min re birî. Ji bo ez hatim binçav kirin li cihê kar ti hevalên min bimin re na axivin. Bi teybetî piştî polîsan avêt ser malê, xwediyê xanî ez ji malê derxistim. Gava ez ketim binçavan polîsan ajantî pêşniyar kirin. Min li çapeniya xwecihî meyze kir û şirove xwendin. Yê ku xwestin min qatil bikin, muçeyê mehane qutbikin daxwaz kiribûn. Hata pêşniyara ku min ji welatîbûnê derbixin kiribûn.

'Ez çiqas talukeme ne wisan?'

N. E gotinên xwe wiha ber bi dawî bir: "Nûçeya ku min li ser tora civakî parkirî, kovar û pirtukên Aramê suc hatin dîtin. Ji bo rastiya mirin ji min re daxwaz kirin li ser tora civakî. Çiqas ez telûke me ne wisan? Min her heftî pirtuk xilas kiriye! Ji ber pir xwendina pirtukan ez telûke hatim dîtin. Li Tirkiyê hemu kes ji ziman, raman di tirsin û piranî pirtukan jî qedexe dikin. Gava mirov ji xwendina pirtukan aciz be xwiyaye mirov ji fikiran jî ditirse."

(dt/zt)