Li Silopiya ya qedexe rabûyî bertekên gel: Mala me li ku ye?
12:19
JINHA
ŞIRNEX - Piştî rabûna qedexeyê welatiyên Silopiya dema vegeriyan rastî hilweşandinê hatin û gotin: "Mala me li ku ye?"
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a ku di 5'ê nîsanê de hatî îlankirin dema îro serê sibê qetiya welatî ber bi taxên xwe ve herikîn. Welatî li taxên Başak û Barbarosê rastî hilweşandinê hatin. Hinek welatî di nava xirabeyan de li cihê mala xwe digerin. Gotinên despêkê yên welatiyan li hemberî hilweşandinê "Mala me li kuye?" Ev gotina welatiyan asta hovîtiya li ser taxan hatî kirin radixe berçavan. Zarokên hatin taxê jî di nava xirabeyan de li tiştên xwe digerin.
Li navçeyê hîna hêzên dewletê bi mekîneyên kar malan xira dikin. Li nava taxan wesayîtên zirxî digerin û desturê nadin li nava kolanan 3 kes jî bên bahev.
(kom/zt)