Şervanên jin li Qamişlone: Em ji bo parastina gelê xwe hatin
13:19
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Şervanên YPJ û hêzên Asayişa Jinan a Rojava diyar kirin ku ew êrîşên hêzên rejima Baasê şermêzar dikin û gotin: "Bila hêzên dewletê vê baş zanibe em wek asayîşa YPG û YPJ em ê li cem gelê xwe bin û li hember êrîşan gelê xwe biparezin."
Li gel ku hêzên rejimê li Qamişloya Kantona Cizîrê êrîşî asayîşa Rojava kir û şer derket. Di roja 22 yê Nîsanê de agirbêsta demkî hat îlan kirin. Endamên Asayîşa Jinên Rojava diyar kirin ku ew ê heya dawî axa xwe biparêzin. Ji Asayîşa Jinên Qamîşlo Şemsa Semu bilêv kir ku ji bo gel çî pêwist be ew ê bikin û wiha berdewam kir: "Rejîma Baas ne tenê êrîşî me kir, êrîşî gel jî kir. Bi qetilkirina 3 hevalên me yên asayişê şer destpêkir. Çar rojan em Asayîşa Jinên Rojava di çeperan de man. Em ê li hember rejîma Baas bi gelê xwe re li berxwe bidin û gelê xwe biparêzin. Em ê ji niha û pêde li ber hêzên dewletê serî netewînîn."
'Têkoşîna me dê berdewam bike'
Şemsa destnîşan kir ku di şerê hatî jiyankirin de hevalek wan a jin jî jiyana xwe ji dest da û wih dom kir: "Em ê bi têkoşîna wê, xeyalê azadiya gel têkoşîna xwe berdewam bikin. Hem rojên şer û hem jî roja ku agirbest hat îlan kirin gazindên gel ji bo hêzên dewletê dawî nebûn. Hêzên dewletê li hem ber gel êrîşên qatlîamî pek anîn. Li gel vê jî dikanên gel bi zorê vekirin û malên wan talan kirin. Me pêşî di got qey rêxistina terora DAÎŞ'ê qatlîaman dike. Lê me li Qamişlo dît ku hêzên dewletê çeteyên mestirin. Em ê wek asayîşa jinan heya dawî li vir bin û em ê parastina xwe aktîf bikin. Em ji ti teng û topên dewletan natirsin. Heya Rêberê me û gelê me azad nebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin"
'Em ê li qadên gel têde hene bimînin'
Ji Asayîşa Jinên Rojava Delal Ehmed jî bilev kir ku parastin ji bo kurdan girînge û wiha pê de çû: "Em êrîşên hêzên rejîma Baas şermezar dikin. Ev 5 roje em li virin hêzên dewletê bibê ahlakî êrîş dikin. Gel hertim tên vir zaginda ji hêzên dewletê dikin. Hêzên dewletê zêrên gel dizine û ew bi zorê koç ber kirine. Ji bo wê jî parastina gel girînge. Ji bo ku dewlet gel na parêzin êrîşî gel dikin. Îro 24'ê nîsanê ye, me û hêzên dewletê li kolana Wehde li dijberî hev cih girtiye. Hêzên dewletê li ser tora civakî peyamên wek 'Wêderê vala bikin, eger hûn vala nekin em ê bi teng û topan êrîş bikin' di diweşînin. Çî bibe bila bibe em wek Asayîşa Jinên Rojava em gelê xwe tenê nahêlin. Em ê li qedên gele hene parastinê bikin."
'Em amedene ku gelê xwe bi parêzin'
Şervana YPJ'ê Ruken Asmîn jî da zanîn ku ew amedene gel bi parêzin û wiha got: "Ez di tabura çekên giran de cih digrim. Gel bang li hêzên YPJ û YPG'ê kir ji bo wan bi parêzin. Em jî li ser banga gelê xwe hatin û em ê gelê xwe biparêzin. Bila hêzên dewletê vê baş bi zanin, em hatine gelê xwe biparêzin. Em wek YPJ û YPG li virin û em ê li hember hemu êrîşên hêzên dewletê gelê xwe biparêzin."
(dt/zt)