Zeynep Oral: Ji bo çareseriyê em li benda çî ne?
15:12
JINHA
AMED - Di Konferansa Aştiyê ya ji aliyê Kurd PEN û Tirkiye PEN ve hatî amadekirin de Seroka Navenda Tirkiye PEN Zeynep Oral ji salên 1970'an heya niha tindiya ser gelê kurd hatî kirin ji xirakirina gundan heya girtîgehan û şideta ser jinan bibîrxist û got: "Ev nebûn çareserî. Azadî bedel dixwaze lê heya kuderê. Ji bo ku em têbigihin çareserî bi avêtina siyasetmendar, nivîskar û hilbijêran a girtîgehan, hilweşandina gund û bajarokan, bajar vegerandina tepoyên çekan nabe divê hîna çiqas mirin çêbibin. Ji bo ku em bizanin tenê rêya çareseriyê diyaloge em li benda çîne."
Bi hevkariya Kurd PEN û Tirkiye PEN li gel alîkariya Navenda PEN a Navnetewî li avahiya Oda Hevkariya Pîşekar û Esnafan a Amedê (DESPB) bi sernava "Aştî çawa û ji bo kê" Konferansa Aştiyê hat çêkirin. Di konferansê de Serokê Kurd PEN Şêxmus Sefer, Seroka Tirkiye PEN Zeynep Oral, Cîgirê Navenda PEN a Navnetewî Eugene Schoulgin, ji Komiteya PEN Aştiya Navnetewî Tone Parsak, hevjîna Serokê Baroya Amedê ê hatî qetilkirin Tahir Elçi Turkan Elçi, Hevşaredarê Bajarê Mezinê Amedê Firat Anli jî di navê de gelek akademisyen û rojnameger amadebûn.
'Divê aştiya herî pîroz bê avakirin'
Serokê PEN a Kurd Şehmûz Sefer di destpêka konferansê de mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser rewşa li welêt û herêmê û girîngiya konferansê destnîşan kir û wiha axivî, "Em qada aştiyê ya zarokan xera dikin. Rerya herî pîroz pêkanîna aştiyê ye. Em dipirsin; ji bo kê aştiyeke çawa. Em li ser navê mirovaniyê, aştiyê temsîl dikin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em aşiyê bixwazin. Girîng e mirov bi çand û zimanê xwe bijîn. Ez dixwazim bi mafên xwe yên pê ji dayik bûme, bijîm. Di nava mercên aştiyeke bi rûmet de ev pêk tên. Pêwîste em nehêlin ti kes li pêşiya vê daxwaza me ya aştiyê bibe asteng. Eger em ê di nava aştiyê de bijîn, şert û merc ji vê re divê. Hewce ye hemû rêxistinên civakî û civak bi xwe, bi dengekî bilind vê bilêv bike. Li vî welatî trajediyeke mezin rû dide. Akademîsyen, rojnamevan tên girtin. Divê em destûrê nedin rûdana van trajediyan."
'Lê em ê heta kengî bisekinin?'
Seroka PEN a Tirkiyeyê Zeynep Oral jî got, "Ev rojên niha, salên 90'î jî li dû xwe hiştiye. Ez ê ji gotina yên dibêjin 'em hatin xapandin, me pê nizanîbûn' bawer nekim. Li gorî min, yên ku gotibûn 'têrê nake, lê erê' sûcdar in. Di pêvajoya diyalogê di sala 2013'an de destpê kir, mirin kêm bû. Ji aliyê çareseriya siyasî ve gavên girîng hatin avêtin. Di 28'ê Sibatê de li Dolmabahçeyê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di 7'ê Hezîranê de derbasbûna HDP'ê ji bendê, hewldanên ji bo avanekirina hikûmetê û hilbijartina bi zorê hat lidarxistin. Li 7 bajar û 22 navçeyan qedexeya derketina derve. Bandora van qedexeyan li ser 1,5 mîlyon mirovan. Ji 15'ê Tebaxê û vir ve 338 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 78 jê zarok, 69 jê jin in. Encam; welat veguherî gola xwînê."
Zeynep da xuyakirin, ku jiyana di nava aştiyê de, di nava azadiyê de pêkan e û wiha domand, "Lê em ê heta kengî bisekinin? Gelo, ji bo were fêmkirin şer ne çareserî ye, divê hînê çend kes bimirin, çiqasî rondik bibarin? Ne şîdeta dewlet, ne jî şîdet bi xwe çareserî nîne. Dibe ku piştî deh salan jî be, çek bêdeng bibin, lê çima ne îro? Ji bo em bersivê ji vê pirsê re bibînin, em îro li Amedê ne. Ji bo em daxwaza xwe ya aştiyê ji tevahiya cîhanê re ragihînin, em li vir in."
'Divê dewlet bikokî bê guhertin'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî bibîr xist, ku Mezopotamya cihê di dîrokê de yekemîn xwîn lê hatiye rijandin e û got, "Cihê ku bira bira dikuje ye. Cihê yekemîn peymana nivîskî Peymana Kadeşê lê hatiye nivîsandin e. Di nava vê dîroka me ya 10 hezar salî de têlikiiyên me, malên me, cih û warên me di nava komkujî, êş û azarê de derbas bûye. 24'ê Nîsanê salvegera qirkirina Ermeniyan e. Em êşa Ermeniyan parve dikin. Em Kurd jî hesab didin. Di nava xwe de hesabê vê didin. Ji ber vê yekê dîrok û cih girîng e. Eger xwedîderketina li Sûrê çêbûbe, çavkaniya vê dîroka wê ye. Mafê kesî nîne Sûrê û vê xakê bixe vê rewşê."
Firat bal kişand ser komkujî û hovîtiya li Sûrê hatiye kirin û wiha berdewam kir, "Ev yek li pêş çavên me hemûyan hat kirin. Em hemû sûcdar in. Ti ji me bêguneh nîne. Şer tiştekî nebaş e Herî zêde mexdûrên şer bi vê rastiyê dizanin. Mirova ancax ji dil aştiyê hîs bikin."
'Ji bo aştiyê divê em bi berpirsiyarî tevbigerin'
Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Eûgene Schoûlgîn jî got, "Mirian mirovan tê wateya dûrketina ji aştiyê. Weke nivîskar, ji bo pêkhatina aştiyê divê em bi berpirsyariya xwe rabin. Ji bo em kar û barên xwe yên di vî warî de destnîşan bikin, em îro li vir in. Divê ji bo aştiyê em bi hev re bin. Yê ku dijmin dafirîne Erdogan bi xwe ye. Ji bilî wî kes dijmin nafirîne. Dema ev tê gotin jî, pê dêşe. Lê ez tişta difikirim bilêv dikim. Me Kurd ji bîr nekirine. Haya me ji qewimînên li Kurdistanê heye. Di çapemeniyê de tê nîşandan." Eûgene da xuyakirin ku pêkanîna aştiyê zehmet e, lê divê ji bo bi ser xistina vê, ew hemû bikevin nava hewldanan.
Serokê Komîsyona Aştiyê ya PEN a Navneteweyî Tone Persak jî axivî û got, "Eger hurmet li azadiyê neyê nîşandan, aştî jî ti carî nayê."
Turkan Elçi jî nivîsa bi kurdî amadekirî xwend û wiha pêde çu: "Civaka me ji payîzê heya heya niha demek zor derbaskir. Ji zarokên yek salî heya mirovên 70 salî qetilkirin. Dayîkan zarokên xwe di serîncan de veşartin. Malên welatiyan bi serê wan de hilweşandin. Ji esmanan mirin barî. Tahir Elçi qetilkirin, ji bo ku mirov nemirin derket qadan lê mixabin bi guleyekê dengê wî birîn. Dengê ronakbîrek kurdan ê xwedî wijdan û namus qut kirin. Dema ku gulan dibarînin, gelo dizanin hedefa wan kiye? Gelo gule qet rêya xwe şaş nake? Her dem gelê mazlum tê gulebaran kirin. Tahir Elçi jî yek ji wan bû, em hêvîdarin bibe yê dawiyê. Yên dilê wan şewitîne, naxwazin dilê tu kesên dinê bişewite. Yên zorî nedîtine gotinên erzan dikin, ji bo wan jiyana mirovan pir ne giringe. Lê ji bo yên weke Tahir Elçi di îskencexaneyan re derbasbûyî jiyana mirovan ji her tiştî giringtire."
(zt)