Asuriyên Til Temir Cejna 'Mor Corcs' pîroz kirin
15:32
JINHA
TIL TEMIR - Bi sedan Asuriyan Cejna 'Mor Corcs' li dêra gundê Til Kêfçî a pîroz kirin.
Asurîyên bajarê Til Temirê ji bo pîroz kirina cejna 'Mor Corcs' çûn gundê Til Kêfçî yê. Di cejnê de Kurd û Ereb jî beş darî kirin û ev roj li Asuriyan pîroz kirin. Mor Corcs ku wek Ezîzeke Klîseya Nastûrî pîroz tê dîtin, bi destên hêzên Împaratoriya Rom hatiye qetilkirin. Asurî Mor Corcs wek şehîdê xwe yê mezin dibînin û wî wek parêzvanê gel pênase dikin. Her sal di roja hatiye kuştin de cejn li dardixin. Bi munasebeta cejnê, jinên Asurî şêrînahiya bi navê Helîse çêkirin û şêrînahî li ser beşdarên cejnê belav kirin. Hin jinan jî di malên xwe de xwarinên taybet amade kirin û anîn dêrê. Jinan kevir bi dîwaran ve kirin û find vêxistin. Hate hînbûn ku jin ji bo mirada dilê xwe bi awayek rîtûel wiha dikin.
Di cejnê de Baxoz Eyşa ser navê dêrê axivî û cenja Mar Corcis li tevahiya alema Asuriyan pîroz kir û got; "Ez hêvîdarim ev sal bibe sala xêr û azadiyê ji bo tevahiya gelên Suriyê. Hêza ku pêk hateyên li Sûriyê temsil bike MSD ye û hêza ku parastina vî gelî dike jî QSD ye. Ev hêz pêşeroja gelên Sûriyê dixin misogeriyê. Em li vir wek gelên Auûr, Kurd û Ereb bihemû cihê rengiyên xwe ve li jêr sîwana Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê kom bûne. Divê ev yekgirtin heya dawiyê jî wiha xurt bidome."
Di berdewamiya cejnê de jin û zilamên Asurî ji kaseya pîroz a ku rahîbê dêrê pêşkêş kir vexwarin û cejin li hevpîroz kirin.
(ja/cc)