Li Geverê mal tên talan kirin û hilweşandin
16:39
JINHA
COLEMERG - Hêzên dewletê ku Gever dorpêç kiriye û 42 rojin ketober bombe dikin, xanî û kargehan xera dikin. Hêzên dewletê bi tarza Îsrailê ya di 24 saetan de 157 xanî bi heman rebazê xera kir anî hiş û aqilan.
Li navçeya Geverê êrîş û dorpêça hêzên dewletê di roja 42'an de berdewam dike. Hêzen dewletê li Geverê 42 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê nikare li dijî berxwedana gel bi ser bikeve. Leşker û polîsan li taxên Kışla berê, Dize, Orman û Mezarlikê bi hezaran xanî bi maşîneyên zirxî û maşîneyên kar xera kirin. Di rojên dawî de bi taybetî li herêma sanayî û taxên Cumhuriyet, Gungor û Esentepeyê û gundê Mexsudava zêde bûne. Hêzên dewletê xanî bi xanî û kargeh bi kargeh bi maşîneyên kar û teqemeniyan xera dike. Wekî tarza Îsrailê di 24 saetan de 157 xanî hilweşandin.
Li Bajirgê jî xaniyan talan dikin. Hêzên dewletê di bin navê lêgerînê de li malan digerin û dest datînin ser alavên welatiyan.
(kom/zt)