Jinên Girê Spî komuna xwe avakirin

18:40

JINHA

GIRÊ SPÎ – Jinên bajarê Girê Spî, ji bo rêxistinêkirin û rêvebirinê, komîna xwe ava kirin.

Li bajarê Girê Spî xebatên rêxistinkirin û avakirina komînan didome. Di vê çarçoveyê de Kongreya Star bi armanca avakirina komîna jinên taxê, li taxa Şelal a Girê Spî, civînek lidar xist. Di civînê de, Endama Kongerya Star Zelîxe Ebdî û bi dehan jinên taxê beşdar bûn. Di civînê de Zelîxe Ebdê li ser pêwîstiya akîvkirina rola jinan di warê siyasî û leşkerî axivî û got ku pêwîste hemû jin têkoşîna xwe di hemû qadên jiyanê de xurt bikin û rola xwe ya avakirina civakeke azad û demokratîk bi hostayî bilîzin.

Piştî axaftinê komîna jinan hat avakirin. Paşê jî hilbijartin bi riya dengdanê hatin lidarxistin. Di encamê de, hevserok û cigira wê hatin hilbijartin û komîteyên: "Lihevanînê, xizmetguzarî û parastin” ji bo kar û xebatên hatin avakirin.

(kom/zt)