Ji jinên Şirnexê peyam heye: Roj roja berxwedanê ye

11:05

JINHA

ŞIRNEX - Di daxuyaniya ser navê jinên ku li hember operasonên qirkirina nijadî herêmên rêveberiyên cewherî neterikandin de wiha hat gotin: "Pakize Nayir gotibû; 'Ger Botan serkeve dê mirovahî serkeve.' Em jî weke jinên vê mîrasê dewir girtî, her çiqas çeteyên sarayê bi ser me de bên, ji bo me jinan bitirsîne bedenên me bi armanca teşhir kirinê tazî bikin jî emê ticarî dest ji doza xwe bernedin. Banga me ji bo hemû jinan; deng bidin berxwedanê, roj roja tekoşînê ye."

Li Şirnexê berxwedana rêveberiyên xwecihî li hember êrîşên qirkirina nijadî di roja 42'an de berdewam dike. Her dema hêzên dewletê êrîşî taxan dikin ji aliyê endamên YPS/YPS-JIN ve tên paşdexistin. Sivîlên li qadên berxwedanê malên xwe na terikînin û tevlî berxwedanê dibin. Li Şirnexê jinên ku qadên rêveberiya xwecihî neterikandine bi rêya JINHA yê banga piştevaniya berxwedanê li hemû jinan kirin.

'Me mal û kolanên xwe neterikandin emê neterikînin'

Endama Kongerya Jinên Azad (KJA) û Meclisa Gel a Şirnexê Şehriban Altunişik li ser navê hemû jinên li qadên rêveberiya xwecihî di berxwedanê denin daxuyanî da û da zanîn ku hêzên dewletê bi hemû hêza xwe ser bajêr de tên, bajar bi erdê ve kirine yek. Şehriban balkişand ser biryarbûna jinên ku mal û kolanên xwe neterikandine û wiha axivî: "Li gel hemû êrîşên çeteyên sarayê jî em bi biriyardariyek mezin berxwedanê bilind dikin. Em bi moralê ji hêza berxwedanê digirin kolan kolan û tax tax dibin parçeyek ji wê berxwedanê û bajarê xwe naterikînin. Hêza me ya parastinê YPS/YPS-JIN bi tekoşîn û qeheremaniyek mezin parastinê dikin."

'Emê ticarî teslîmiyetê nepejirînin'

Şehriban destnîşan kir ku li hember polîtîkayên tinekirinê kurd hîn zêdetir bibiriyarin û wiha dom kir: "Daxwaza Tayyip Erdogan kurd di qirkirinê re derbaskirin û yên man jî xistina bin bandora xwe ye. Ji bo wê jî wê jî em dibînin li Kurdistanê qirkirina nijadî dikin. Ew difikirin dê Sur, Cizîr û Silopî biqedînin û bi wê hêzêbigirin û êrîşî navend û navçeyên dinê bikin. Em baş dizanin ku di serî de yê serketî emin û yên winda jî kirî ewin. Bi leşker, polî û cerdevanan êrîş dikin û hewildidin vîna li vêderê bişikênin. Bi salane vî gelî teslîmiyet ne pejirandiye û ji niha û şon de jî dê ticarî nepejirîne."

'Ji tilîliyê jinan ditirsin'

Şehriban bilêv kir ku hêzên dewletê ji tilîliyên jinên li qadên berxwedanê yên Şirnexê ditirsin, ji ber ku vîna jinan û serketina Botanê bi hev ve girêdayiye û wiha pêde çu: "Çiqas dixwazin bila bi hewan û obisan ser me de bên. Divê bizanin ku dê ticarî nikarin di qadê berxwedana rêveberiyên xwecihî de serkevin. Dê berxwedana me bi giyan û vîna jinê bigihe serketinê. Her diçe vîn, bawerî û hêviya me mezin dibe. Hêviya me ji cesareta me, cesareta me jî ji dilê me mezintire."

'Pakize gotibû, 'Botan serkeve mirovahî serdikeve'

Şehriban gotina Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakize Nayir a ku di 4'ê Çile de li gel endama KJA yê Fatma Uyar û endama PM ya DBP û Endama Desteya Rêveberiya KJA yê Sêvê Demir di berxwedana Silopiya yê de hatin qetilkirin ya; "Ger Botan biserkeve mirovahî serdikeve, Kurdistan qazanc dike" bibîrxist. Şehriban diyar kir ku ew wê gotinê ji bo xwe weke mîras dibînin û ji bo serketina Botanê heya dawiyê dê di berxwedanê debin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her çiqas ji bo tirsandinê çeteyên sarayê bi ser me de bên, bedenên me ji bo teşhis kirinê tazî bikin jî emê ticarî dest ji doza xwe bernedin. Emê şopdarê Sêvê, Fatma, Pakize û hemû hevalên xwe bin."

'Roj roja berxwedanê ye'

Di dawiyê de Şehriban bang li hemû jinan kir û got: "Ji nava berxwedana rêvebriyên cewheriya ku li Şirnexê di roja 42'an de berdewam dike banga min ji bo hemû jin, ciwan, gelan û mirovên xwedî wijdan eve; divê kes li hemberî van tiştên tên kirin bêdeng nemînin. Her bêdengiyek tê wateya komkujiyekê. Ger hun naxwazin komkujiyên dinê bijîn li qadên rêveberiya xwecihî xwedî derkevin û ji bo wê jî divê hun her deverê vegerînin qadên serhildanê. Li hember ên dixwazin me di qadên rêveberiyên xwecihî de bifetisînin divê bersiva me serhildanbe. Roj roja berxwedanê ye."

(zt)