Li Şirnexê wêneyên hilweşandinê

11:49

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê hêzên dewletê li hember berxwedana gel bajêr xira dikin, welatî bi gotinên "Em axa xwe naterikînin" hewildidin axa xwe biparêzin. Ev 42 rojin hêzên dewletê terîbatên li Şirnexê kirine bi wêneyan radixin berçavan.

Hêzên dewletê di 14’ê Adar’ê de li hemberî berxwedana rêveberiya cewherî bi awayekî fermî dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Hêzên dewletê yên ku ev 42 roje bi êrîşên topebaranê nikarin vîna rêveberiya cewherî bişkîne, wekî îstîlaya Mogolan bajêr talan dike. Piştî gotina Serokomar Erdogan ya “hewcehî pê hebe dê bajar bên vale kirin û bê rûxandin”, Şirnex ji çar aliyan ve bi êrîşên topbaranê tê talankirin.

Bi êrîşên topebaranê re li taxên Cumhuriyet, Dîcle, Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Yenîmahalle, Gazîpaşa û Yeşîlyurtê bi sedan avahî û kargeh hilewşandin û talan kirin. Li taxên ku pevçûn lê naqewimin jî, bi sedan avahî û kargeh jî di navê de bajar bi awayekî sîstematîk tê hilweşandin û tê talan kirin. Hêzên dewletê yên ku li bajêr di bin gelek avahiyan de teqemeniyan bi cih dikin û wan dihilweşnin jî, di hesabên medyayên civakî de tên parvekirin.

Pêşî li veguherandina bajêr tê girtin

Bi êrîşên qîrkirinê re mîmariya bajêr jî tê îmhakirin û bi hilweşandina bajêr re pêşiya vegerîna welatiyên ku bi darê zorê koçbûn jî tê girtin. Li bajêr di serî de avahiyên dîrokî û cihwarên baweriyî jî di nav de bi awayekî giştî tê bajêr tê rûxandin.

Wêneyên ji aliyê welatiyên ve hatin kişandin di hesabên medyaya civakî de tên parvekirin, talankirin û hilweşandina hêzên dewletê ya li bajêr bi awayekî aşkere radixîne ber çavan.

(kom/zt)