Ligel astengî û serdegirtin eleqeyek mezin hember pirtûkan heye

11:57

JINHA

WAN- Li Wanê Fuara Pirtûkan a ku bi pêşengiya Weşanxaneya Aram hatî despêkirin du care rastî serdegirtina polîsan tên û bi sedan pirtûk hatin deste serkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban diyar kir ku fuara pirtûkan li ser jiyana bajêr bandorek erênî kiriye û bertek nîşanî serde girtina polîsan dan.

Li Wanê 2.Fuara Pirtûkan a bi dirûşma "Bi pirtûkan re aşitî" tê lidarxistin bi hemû coşa xwe didome û gelê Wanê jî eleqeyak baş nîşanê fuarê dide. Polîsên Miduriyeta Emniyeta Wanê jî ji destpêka fuarê ve li pey provokasyonan in. Polîsan hem di roja duyemîn hem jî di roja sêyemîn a fuarê de bi ser standa Weşanxaneya Aramê de girtin û pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi navê "Parastina Gelekî" jî di nav de dest danîn ser 202 pirtûkan. Polîsan bêyî ku teblîgat bişînin ji weşanxaneyê re dest danîn ser pirtûkan û her wiha balkêş e tîmên taybet û polîsên çevîk jî di nav de bi sedan polîs li gel çekên xwe ketin qada fuarê.

'Bila destê xwe ser pirtûkên me bikêşin'

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban jî anî ziman ku fuara pirtûkan li ser jiyana bajêr bandoreke erênî kiriye û polîs dixwazin bi zextan pirtûkan terorîze bikin û pirtûkhezên li Wanê ji fuarê dûr bixînin. Hatîce got, "Bila destê xwe jî li ser pirtûkan bikêşin. Ti hêz nikare pirtûkhezan ji pirtûkan û aştiyê dûr bixe. Di bajarê me de fûara pirtûkan a dûyemin çêdibe. Em dizanin ku ev fuar ji bo welatiyên me gelek baş dibe. Pirtûkê jî terorîze dikin. Dû heya niha li ser înternetê û cihên cu da çapemeniya netew û hwd. de diyar dikin ku fuara li Wanê bi gel hêzên dewletê ve hatine asteng kirin û gelek rexne li ser wan heye. Kes ji ber astengiyên dewletê heskirina pirtûkan û xwandinê bernade. Ji bo wê eleqeyekî zêde heye. Mafê kesê jî tuneyê ku vî eleqeyê tune bike. Kedek pir zêde û bêhempa hatiye danîn li ser vî fuarê. Mafê tu kesî tune ye ku eleqeya li vê fuarê bişkîne. Kedek mezin hatiye dayîn. Gelek kes fedekarî kirine. Mafê tu kesî tune ye ku mafê hezkirina pirtûkan were terorîzekirin."

'Li hember pirtûkan jî dijminahiyê dikin'

Zeynep Parilti a ku di weşanxaneyê de dixebite bertek nîşanî serdegirtyinan da û wiha got, "Eleqeyekî mezin li ser pîrtûkan heye. Pirtûk ji bo mirov gelek girîng, hogir û hevalê herî başe di jiyana mirovan de. Pirtûk ronahiye ji bo mirovan. Ew jî dide nîşandan li hemberî pirtûkan ji dijminatî dikin. Ew mirovên ku rê didin wan jî mejûyê wan tariye. Armanca wan ew e ku vekişandin li ser pirtûkan hebe, lê tiştek wisa jî tuneye. Tiştên şaş dikin eger pirsgirêk li ser pirtûkan hebe dikarin li ser weşanxaneya bisekinin. Lê di nava fuarê de astengî derxistin baş nîne û ez wan şermezar dikim. Bi wan astengiyan hêviyê me yên aştiyê tê kuştin."

'Berhevkirina pirtûkan ne zagoniye'

Gulîstan Aydogdu ji wiha got: "Gelo mirovê bê pirtûk dê çawa bijî. Pirtûk zaniste ji bo jiyana mirov de jî pêşwaziya herî baş jî pirtûke. Armanca wan ew e ku mirov çand û hebûna xwe nasneke, lê nagihêşin armanca xwe. Kes bi gor wan naçe. Di nava Fûara bi navê aştî bi gel pirtûkan de hatin û pirtûk hemû sitandin ew tişt ji ne zagoniye. Pirsgirêk li ser pirtûkê hebe dikarin biçin weşanxanê û destdirêjiyê bike. Lê tiştek şerme di nav civakê de hemû pirtûkan bi gelek polîsên xwe bê û rake."

'Hişmendiya xwe yê qirêj li ser pirtûkan jî pêk tînin'

Barîn Altove ji eleqeya li ser pirtûkan anî ziman û li ser astengiya polîsan jî wiha got: "Eleqeyekî mezin li ser pirtûkên çandî heye. Lê mixabin dû roje li ser Weşanxaneya Aramê zextek heye û pirtûkên wan tên sitandin. Pirtûk di jiyana mirov de gelek girînge. Pirtûk asoya mirov berfireh dike. Lê dijmin tiştek wisa naxwaze û ji ber wê her roj astengiyên vala derdêxe holê. Naxwaze mirov hînê çand û hunerê xwe bibe. Dewlet naxwaze kes bixwîne dizane ku mirov bixwîne dewlet nikare şer bike. Em pênûsa xwe baş digrin û ew nikarin şerê xwe berdewam bikin. Piranî zextên wan li ser weşanên kurdan heye. Hişmendiya xwe ya qirêj li ser pirtûkan jî pêk tînin."

(hk-ga/rc)