Li Silopiya navenda jinan di hedefa hêzên dewletê dene
12:10
JINHA
ŞIRNEX - Di dorpêça diyemin a hêzên dewletê ku 19 rojan berdewam kirî de Navenda Şêwirmendiya Jinan Viyan hat rewşa ku êdî neyê karanîn.
Navenda Şêwirmendiya Jinan Viyan a ku dibiniya Şaredariya Silopiya de xebatên xwe birêvedibe di dema qedexeya derketina kolanan de ji aliyê leşker û polîsan ve hat rewşa ku êdî neyê karanîn. Derî û paceyên Navenda Şêwirmendiya Jinan Viyan a ku li Taxa Karşiyakayê ye û di mehên derbasbûyî de dest bi xebatê kirî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şikandin, di nava odeyan de jî komputir û tiştên dinê xistin rewşa êdî neyê karanîn.
Her wiha kovar û bilborên ku jinan amadekirî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetandin.
(kom/zt)