Bê navber Şirnexê topbaran dikin

12:17

JINHA

ŞIRNEX - Li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê yên Şirnexê li gel dijwarbûna pevçûnan, ev 12 saet e bajar bi obusan bênavber tê bombebarankirin. Her wiha şewata li gelek avahiyan xwe da der jî didome.

Li Şirnexa ku êrîşên qirkirinê yên ev 42 roj in lê didomin, du ji saetên êvarî ve taxên Cûmhûriyet û îsmetpaşayê bênavber bi obusan tê bombebarankirin. Bi bombebaranê re hêzên dewletê yên dema xwestin têkevin Taxa Îsmetpaşayê rastî bersivdayîna endamên YPS/YPS-JIN'ê hatin û pevçûn xwe dan der. Bi vê pevçûnê re 2 tîmên taybet jiyana xwe ji dest da û bi vê re hêzên dewletê vegeriyan cihên xwe yî berê û ji nû ve dest bi baranê re kirin.

Li Taxa Îsmetpaşayê bi bombebarana bênavber re agir bi gelek avahiyan ket. Asîmanên bajêr ji duh êvarî ve bi duxanan hatiye nixumandin. Her wiha hêzên dewletê nahêlin îtfaiye jî mudaxileyî şewatê bikin.

Danê sibehê jî li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê di navbera endamên YPS/YPS-JIN'ê de pevçûnên dijwar rû dan. Bombebaran û pevçûn bênavber didomin.

Li gel vê hat dîtin ku ji 23'yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînor a Cendirmeyan û Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirin. Derbareyê mirî û birîndaran de tu agahî bi dest neketin.

(kom/zt)