OGK: Li hember çanda tacîzê wê darê me yê sor di parastinê de be
12:19
JINHA
DERSÎM - Jinên ku li Dersîmê xwe li hember bûyerên tacîz û tecavûzan birêxistin dikin, diyar kirin ku ew ê adeletê xwe avabikin û gotin ew ê her derê parastina cewerî pêk bînin. Endama OGK'ê Ayşe Esmer got, "Jinên ku parastina xwe dikin û rastî cezayên giran ji aliyê darazan ve tên jî dê bi serbikevin. Mêrên ku şîdet, tacîz û tecavûz ji bo xwe kirine çandek bila vê yekê baş zanibin, darê me yê sor dê her dem di parastinê de be."
Jinên ku li bajarên Tikiyê û Kurdistanê xwe bi rêxistin dikin diyar kirin ku ew ê destûr nedin bûyerên tacîz û tecavûzê û gotin ku ew ê li her qadê rêxistinbûna xwe bi hêz bikin. Rêxistina Jinên Ciwan ên Azad (OGK) yên li Dersîmê diyar kirin ku ew ê li her derê Kurdistanê rêxistinbûna xwe berfireh bikin. Endama OGK'ê Ayşe Esmer destnîşan kir ku ew bi adeletê pergala mêr bawer nakin û got li hember adeleta ku bûyerênt acîz û tecavûzê nabîne ew ê adeletê jin avabikin. Ayşe got, "Li vî welatî her kes dizane ku adeletek bi bingeha îqtîdarê mêr hatî avakirin. Ji ber vê jî jin tune tên hesibandin û bûyerên şîdet û tecavîzê li hember jin zêde dibin. Em ê li hember adeletê mêr adeletê xwe avabikin û tu bendewariyek me ji kes nîne."
'Em ê Adeletê xwe bi xwe avabikin'
Ayşe da zanîn ku li hember pergala desthilatdariyê çareserî tenê parastina cewherî pêk anîne û wiha got, "Parastina me yê cewherî bê xwestin dê wek bivira Nevîn bê xwestin wê guleyê Çîlem be. Ji ber ti baweriya me li hember adeleta pergalê nemaye em parastina xwe pêş dixin. Jinên ku parastina xwe dikin û rastî cezayên giran ji aliyê darazan ve tên jî dê bi serbikevin. Em ê adeletê xwe bi xwe avabikin."
'Li Kurdistan û Tirkiyê em ê her dem li hember tacîzan bin'
Ayşe anî ziman ku ew li her kolanên Dersîmê xwe bi hêz dikin û wiha pêde çû, "Li vir wek OGK'ê em xebatên xwe li Zanîngehan jî berdewam dikin. Demên borî jin zêde qala bûyerên tacîzê ên ku rastî dihatin ne dikirin. Lê bi sayê xebatên me jin cesaret girt û tevahî bûyerên ku dijîn ji mera vedibêjin. Piştgiriya pêwîst ji aliyê me ve tê dayîn. Divê tevahî mêr bizanibin ku, li her qadê û zanîngehê destên ku dirêjî jinan dibin ew ê cezayê xwe bistînin. Li hember çanda tacîzê wê darê me yê sor di parastinê de be. Li Kurdistan û Tirkiyê em ê her dem li hember tacîzan bin."
(rc)