Gelo em ê hîna bi hêviya ru bi runbûn û aştiyê bijîn?

15:09

JINHA

AMED - Li Kurdistanê zarok û jin tên qatilkirin, mal tên xira kirin û gel bi wehşetê re ru bi ru man. Derunas Nazan Ustundag bersiv da pirsa em dikarin wek civakê bi azadiyê re ru bi ru bijîn û pêkbînin û got ku, li Tirkiyê êdî cezayê sucnedanê bû çand divê ev were dawî kirin. Nazan da zanîn ku divê êdî hemu kes ne polîtîk bê bila nivîskar, ronakbir û jin têkoşîna ontolojik bidin meşandin û hebûna xwe bidin nişandan.

Li ser navê qedexeya derketina kolanan operasyonê qirkirinê bi mihane li Kurdistanê berdewam dikin û nava vê deme de bi hezaran mirov di jêrzemînan de hatin qatilkirin. Bi êrîşa topbarana dewletê Mîray a bebik Cemîle û bi hezaran zarok ji aliyê hêzên dewletê hatin qatilkirin. Bi teybetî li hember jina êrîşên wahşî hatin kirin û bedenên jinan hatin teşîr kirin û li ser tora civakî parkirin. Li Cizîr, Sur, Nisêbîn, Silopî û Geverê li diwaran nivîsên zayêndî nivîsîn. Li Kurdistanê leşkeran bi weneyên ku li odê nivistinê kişandin xwiyaye ku hişmediya zayendî li hember xwezayê, jinê û mirovatiyê berdewam dike.

'Aştî bû hewldena me ya dayîmî'

Nazan diyar kir ku ji niha vê ve zehmete ew dikaribin hêviyê aştiyê bikin ji bo ku hêzên dewletê li hember gel wehşet û şidet da meşandin û wiha dom kir: "Gelê kurd bi axa xwe, bi malbabat xwe, bi bedena xwe û bi pîrozweriyê xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hatin jehrî kirin. Ji niha pêve zehmete mirov çawa di nava eynî avanîyê de cih bigre, xeyal kirina vê jî zehmete. Divê em vê bi gel bidin xeyal kirin ku aştî piştî şer tê. Ez bi teybetî bibejim êdî li Tirkiyê gava tê got aştî ev wateya hebûne ye. Em pêvajoyek ku aştî tê hedef girtin û tê kirimînalize kirin derbas dibin."

'Eger yê sucdar newin ceza kirin dê aştî pêk newe'

Nazan dazanî ku li Tirkiyê necezakirina sucdaran bûye çandek ji bo wê jî hîn jî îro wehşet tê jiyan kirin û wiha berdewam kir: "Cumhuriyeta Tirkiyê tucar ru bi ruyê xwe neha. Li Tirkiyê hêzên dewletê bi ti şeklî ji suc kirinê nayên ceza kirin û ev bûye çandek. Me ev dît heya ev sucdar newin cezakirin dê li Tirkiyê aştî zehmet be. Peşî dibe ev ne cezakirin leşkeran ji holê rabe û bên cezakirin. Ji ber wê divê em bi hêz bin. Ji bo nêrînên me li civakê bên qabûl kirin dibe em têkoşîna xwe bi hêz bikin. Ji bo aştiyê yek tişt heye ew jî têkoşîne. Bedela aştî çi be bila bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Piştî dawîbûna têkoşîna azadiyê aştî be."

Nazan bilêv kir ku ji bo li Tirkiyê çewisandina li ser Akademîsyênan ew wek berê rehet nikarin herin Kurdistanê û ew hertim li dadgih û zanîngihan bi êrîşên polîsan re rûbirû ne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Çavdêriya min ew e hîn li Tirkiyê talebên gel ên aştiyê heye. Lê li Tirkiyê hîn jî nijadperestî tê pompe kirin û ya herî giran ser de girtinin. Gava têkoşîn bi hêz nebe doza çap kirinê zêdetir dibin. Lê em bûn şahidê ku li çar perçê Tirkiyê gel têkoşîna aştîyê da. Kivanç Ersoy di parêznama xwe de got: "'Tirkîye ne POH û JOH in, em bi xwe ne.' Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin."

'Li hember jinê şerek naxweyî heye'

Nazan nirxandin di derbarê şerê ku li Tirkiyê li hember jinan bi wahşî tê meşandin de jî wiha bertek nişanda: "Şerê li Tirkiyê tê meşandin ne tenê li hember gelê Kurd li hember jinan jî tê meşandin. Li hember jinan şerek navxweyî tê meşandin. Bi qasî her sal mirinên Kurdistanê, li Tirkiyê jî jin dibin kurbanê cinayetan. Li Tirkiyê li hember karker û sivîlan şer heye. Dibe ku di navbera karker û kurdan de îtîfaq nebe lê di navbera jin û kurdan de îtîfaqek mezin heye. Mirov dikare şîdeta li hember jinên kurd û êrîşa li hember jinê tirk ku mêr li ser jinan didin meşandin çavdêrî bike. Me li Kurdistanê hevalê xwe yên weke Sêvê yan winda kirin. Li hember hevalên me êrîşek wahşetê hat kirin, em bûn şahîdê van bûyeran jî. Li aliyê Tirkiyê jî jin dibin êrîşan denin. Ji ber wê jî her roja diçe BÎKG tekoşîna xwe ya li hember êrîşên ser jinan mezin dike. Li her deverê hewildanên me berdewam dikin ji ber li her deverê jin di ferqa van êrîşan denin."

'Ev têkoşîn ne polîtîk ontolojîke'

Nazan got ku wahşeta li Kurdistanê têjiyîn ne wek tindiyên bajarên Tirkiye nin lê wahşeta li ser jinan tê meşandin ne cudaye û wiha gotinên xwe ber bi dawî bir: "Ji bo ku jin li Tirkiyê hebûna xwe îspat bikin bedelê wê bi qatilkirinê didin. Li Kurdistanê dewlet jinan qatil dike, li Tirkiyê jî jin ji aliyê mêran ve tên qatilkirin. Li Stenbolê du jin qetilkirin û vajinayên wan gulebaran kirin. Em dibînin gelek mirov di ferqa van kirinan denin. Cara yekeme em çîrokên wiha erjeng dibihîsin, lê min ticarî hêviya xwe winda nekiriye. Ez dizanim ku dê tekoşîna jinan, akademisyan, rojnameger, tenduristvan û îsiyatîfa aştiyê berdewam bike. Ji ber şerê me yê hebûnê ye. Ev ne polîtîk şerek ontoljîke ku hebûna me naxaze. Yan emê tine bibin an jî emê vê têkoşînê biserbixin."

(dt/zt)