Li Hezexê jin li dora sêla nanpehtinê civiyan
15:35
Nîsan
25
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Dema ku di êrîşên hêzên dewletê de li Hezexê tenurên ji çanda hezarsalan hatin xirakirin jinan sêlên xwe danîn kuçan û dest bi pehtina nanê sêlê kirin.
Li navçeya Hezexa Şirnexê piştî êrîşên hêzên dewletê yên 44 rojan berdewam kirin welatî bi înat jiyanê ji nû ve avadike. Di êrîşan de tenurên ku bi hezaran salin jin lê nan dipêjin xirakirin, niha jî jin kuçik çêkirine sêlên xwe danîne kuçan û dest bi nan pehtinê kirine. Jinên ku li hember êrîşên hêzên dewletê ji nû ve jiyanê avadikin li dora kuçikên xwe kom bûn û dest bi nan pehtinê kirin.
(zt)