Bijîşkan zaroka Remziye Bor bi sezeryanê girtin
15:40
Nîsan
25
/ 2016
JINHA
WAN – Bijîşkan pitika 7 mehî ya jina bi navê Remziye Bor a ku li Wanê di gulebarana tîmên taybet de giran birîndar bûyî bi sezaryanê girtin û emeliyata Bor jî hê didome.
Jina bi navê Remziye Bor a ku li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di gulebarana tîmên taybet de giran birîndar bûyî, di saetên nîvro de girtin emeliyatê. Hate zanîn ku dê bijîşk mudaxaleyê mêjîpişta Remziye a parçebûyî bikin. Di emeliyatê de her wiha pitika 7 mehî ya Remziye jî bi sezaryenê hate girtin. Hate zanîn ku emeliyata Remziye didome.
(hk/zt)