Remziye Bor ji emelyatê derket
16:10
Nîsan
25
/ 2016
JINHA
WAN - Remziye Bor a ku li Wanê ji aliyê polîsan ve bi giranî birîndar bû, ji emeliyatê derket.
Remziye Bor a li Taxa Xaçortê ya li navçeya navendî Rêya Armûşê ya Wanê ji aliyê polîsan ve bi giranî birîndar bûbû, ji emeliyatê derket. Hat zanîn ku ji ber tengasiya bêhnstandinê xortim xistine gewriya wê. Ji ber di rewşa Remziye de tu pêşketin çênebûne, hat zanîn ku dê di demên pêş de careke din jî emeliyat bibe.
Her wiha tedawiya pitika Remziye a bi sezeryanê hat wergirtin jî, di kuvozê de tedawiya wê didome.
(zt)