Mîhrîcana Xwendekaran bo coşek mezin bi dawî bû
17:49
JINHA
EFRÎN - Mîhrîcana Xwendekaran ku di asta Kantona Efrînê de hatibû lidarxistin bi dawî bû.
Ji hêla Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi mebesta pêşxistina aktîvîteyên çand-huner û sporê, di asta Kantona Efrînê de mîhrîcana xwendekaran hatibû organîze kirin. Îro mîhrîcan bi şahiyeke bi dawî bû. Di şahiyê de xwendekar, malbatên wan û hevseroka meclîsa zagonsaz Hêvîn Reşît, Cîgira rêvebera herêmê Nûrşan Hisên û cîgira heyeta têkîliyên derve Cîhan Mihemed û nûnerên PYD'ê, Kongreya Star û Dayîkên
Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî bûn. Salon bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên cangorî, her wiha alên kesk-sor û zer hate xemilandin. Di destpêka şahiyê de xêrhatina mêvanan hate kirin. Rêvebera Kongreya Star a Kantona Efrînê Zelal Ciger, hevseroka meclîsa zagonsaz Hêvîn Reşîd û rêveberê desteya perwerde û fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Ocalan Hemo axivîn.
Di axaftinan de bidawîbûna mîhrîcanê li malbatên xwendekaran hate pîrozkirin. Herwiha spasiya heyeta amadekar û yên ku li ber mîhrîcanê de ked dane spasî hate kirin. Rola zarokan di jiyana civakî de hate vegotin û girîngiya perwerde û pêşxistina xebatên çand, spor û zanistî hate ser ziman. Di berdewamiya şahiyê de xwendekarên asta seretayî helbest xwendin. Paşê wêne û hûnerên destan ên xwendekaran hatin nîşandayîn. Ji hêla xwendekarên dibistana navîn û amadeyî ve bi ser navê koma Şehîd Demhat a Raco folklor û stranên solo hatin pêşkêşkirin. Di dawiya şahiyê de ji komên ku di helbest, folklor, spor, pêşbirkên zanistî û resim de bi ser ketin re ji hêla mamosteyan ve hatin xelat kirin.
Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê spasî li Asyîşa Kantonê kirin ku di amadekariya mîhrîcan û ewlehiya wê de ked dane. Di dawiyê mihrîcanê de govend hat gerandin.
(fr/cc/rc)