Jinên Til Temir: Em ê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin
09:00
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Mamosteyên Peymangeha Şehîd Jiyan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek tewaneke mirovahiyê nirxandin û gotin, "Tu kes nikare îradeya me bişkîne, em rênadin ev tecrîd biser bikeve."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18'e sale di şert û mercên giran ên girtîgeha Îmarliyê de dîl hatiye girtin. Ji 5'ê Nîsana salê borî heya naha destûr nayê dayîn ku hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk bîne. Di heman demê de girtiyên ku li Îmraliyê diman sûrgûnê girtîgeheke din kirin. Li beramberî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mamosteyên Peymangeha Şehîd Viyan ya bajarê Til Temir nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê rê nedin siyasetên tecrîdê li ser Ocalan bigihêje encamê.
'Emê bi têkoşînê tecrîdê bişkînin'
Endama û Rêveberiya Peymangeha Şehîd Viyan a bajarê Til Temir Gulîstan Hesen bi şermezar kirina tecîrda şidandî dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: "Rêber Apo ji bo azadiya jinê kedeke mezin daye û em wek jinên Kurd li beramberî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê xwe bêndeng namînin. Em ê bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkênin û esareta Rêberê xwe bidawî bikin. Armanca tecrîdê ew e ku Rêber Apo ji gel dûr bixin, fikir û nêrînên wî negihêjin civakê. Lê belê ev armanc bi tu awayî biser neket, dê biser nekeve jî. Em ê li berxwe bidin û asta xebatê bilind bikin heya ku ev tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin û azad bibe."
'Têkoşîn bi felsefeya rêber Apo bi ser ketiye'
Mamosteya Peymangeha Şehîd Jiyan Cîhan Emîn jî bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û serkeftinên ku bi dest dixin û wiha got: "Ev têkoşîn bi raman û felsefeya Rêber Apo bi ser ketiye. Hemû hêzên ku li dijî şoreşa Kurdan û gelên bindest derdikevin, bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin têkoşîna gelê Kurd lewaz bikin. ruxmî vê lîstoka qirêj li ser Rêberê me jî, dê armanca wan bi cih neyê û serkeftin dê ya gel be. Heya ku Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Dûr xistina girtiyan ji gel Rêber Apo û tecrîda şidandî pêkanîneke derveyî mafên mirovan e. Wiha dixwazin Rêber Apo bi tenê bihêlin, gel û Rêber Apo ji hev dûr bikin. Lê bi milyonan însan bi fikir û nêrîna wî dijîn. Lewma ev tecrîd mehkûmê binkeftinê ye."
(en/rc)