Jin kêfxweşiya vegera Sirînê dijîn
09:01
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ- Piştî rizgariya bajarokê Sirînê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê welatî vedigerin cih û warên xwe. Fatma Xelef nişteciha bajarokê Sirînê kêfxweşiya xwe anî ziman û xwest ku herkes vegere ser axa xwe.
Bajarokê Sirînê ku şêniyên wê Ereb in, di Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin û piraniyê gel an koçber bûn, an jî li jêr zextên hovane yên çeteyan de îşkence kişandin. Piştî rizgarbûna Sirînê û paqijkirina bajarok ji mayînan, gel vedigere malên xwe. Fatma Xelef ku nû vegeriyaye Sirînê, bi heyecaneke mezin kêfxweşiya xwe anî ziman. Her wiha behsa zorî û zehmetiyên li jêr dagirkeriya çeteyan de jiyaye, kir. Hejmarek welatî yên niştecihên Sirînê çend roje ku ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûne û şervanên YPG/YPJ'ê ew li gundê Dubeîya bicih kirine. Fatma Xelef yek ji wan e welatiyên ku rastî koçberiya bi zorê hatiye.
Fatma diyar kir ku hêzê YPG/YPJ'ê wan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiriye û wiha got, "Pir îşkence li me dikirin, tiştên nayên aqilê mirov anîn serê me."Fatma anî ziman ku herî zêde jinan di vê pêvajoyê de zehmetî kişandin û wiha pêde çû, "Zoriya herî mezin jinan kişandin. Zarokên piçûk birçî û tî bûn û li ber çavên dayîkên xwe dimiriyan. Ev îşkenceya herî mezin bû. Jixwe nedihiştin kesên nexweş derman bibin"
Fatma destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ'ê welatiyên Ereb yên li Sirînê wek kafir tewanbar dikin û bi vê hincetê li wan zordariyê dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em însanên girêdayî ola Îslamî ne, me nimêj dikir, rojiya xwe digirt. Lê çeteyan digot hûn kafir û bê ol in. Li gor min ew bixwe ne ji ola Îslamiyetê ne. Piraniyê wan jixwe ji Ewrûpa, Tirkiye û Erebîstan Siûdî hatibûn û însanên bêguneh dikuştin. Tu elaqeya wan bi Îsalmiyetê re tune ye."
Fatma got, "Dema Sirîn ji destên çeteyan rizgar bû, gel pir dixwest ku vegere ser cih û warê xwe, lê çeteyan rê girtibûn û hin malbatên ku vegeriyan jî di encama teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dan." Fatma di dawiya axaftina xwe de bang li niştecihên Sirînê kir ku vegerin ser axa xwe û li beramberî êrîşên çeteyan di refên parastinê de cih bigrin kir.
(en/rc)