Ayten a solan boya dike: Min li berxweda

09:05

Esra Aydın/JINHA

DÊRSIM - Jinên ku li kolanên Dêrsimê solan boya dikin gotin ku sol boya kirin ne têne kerê mêrane û bi keyfxweşî karê xwe dikin. Gava jin li kolanan solan boya dikin dibin şaşwaziyê de karê xwe berdewam dikin û di heman demê de jî debara malê dikin. Jina bi navê Ayten Konak ku ji aliyê hevjinê xwe ve rastî şidetê dihat ji şîdetê re got 'bese' dest bi karê boyê kir û got: "Dê jin bi têkoşînê bi ser kevin."

Jin li Dêrsîmê karê sol boya kirinê ku weke 'karê mêran' tê dîtin dikin û li hemu qadên jiyanê cihê xwe dikin. Yek ji van jinan jî ku karê boyê dike Ayten Konak a bi sandiqa boyê li kolanê Dêrsimê digere û solan boye dike, bi wî karî hişmendiya civakê tar û mar dike. Ayten a li kolanên Dêrsimê solan boya dike û wiha axivî: "Ez dayîka 3 zaroka me. Min ji hevjinê xwe şîdet didît ji bo wê ez ji hevjinê xwe veqetiyam. Ez di karê înşhatê de xebitîme. Bi vîna xwe ez li ber deriyê tikesi negirîm û min serî li hember ti kesê netewan. Ji bo ku ez hewceyî mêra nebim di xebitim. Îro ez bi vîna xwe dijîm. Ji ber hinek pirsgirêkên min ên tendurustiyê hene ez êdî nikarim di karên giran de bi xebitim. Min di dawî de dest bi xebata boyê kir. Ji ber ku li ti deverab piştgiriya min a aborî nîne, ji bo wê xebata boyê dikim.

Ayten diyar kir ku gava dest bi karê boyê kiriye pir zehmetî kişandiye, lê dîsa jî li hember zehmetiyan li berxwe daye û pes nekiriye û wiha behsa zoriyên karê xwe kir: "Gava min nû dest bi kar kir hemu kesî digot 'ka hevjinê te' lê ti kesî ne gotin ka ti çawa dabara mala xwe dikê û çawa zarokên xwe xweyî dikê. Ne gotin ma zarok çi dixwin. Niha hemu kes bûne xwedî torpil. Gava zarok nebin mirov rehet karê bi xebite, lê ku zarok hebin xebitandin gelek zehmete. Ji ber ku ez dayîkîm berpirsiyariya min zêdetir dibe. Divê ez zarokan û xwe bi fikirim."

Ayten bilêv kir ku ew ji zehmetiyê hez dike û li qadê ku zehmet bi şer têkoşîna jiyanê bide û wiha li gotinên xwe zede kir: "Çiqas ez li vir karê boyê dikim jî carnan teredût di keve nava dilê min. Çiqas evder bajarê min be jî ez bi fikarim, carnan jî gelek hêrs dibim û gelek tişt li zora mirov diçin. Mirov nikare zehmetiya karê sol boyakirinê îfade bike. Gava min nû dest bi kar kir gelek zehmetbû. Rojên ku min nû dest bi kar kir ez 3 rojan giriyam. Min rojê pêşî ev pirs ji xwe dikirin ez ê çawa karibim vî karî bikim, gelo ez ê serkeftî bim di karê xwe de. Bi fikirin keça min ya piçûk bi min re bûye kedkar. Bi şeklekî dibe min serî ji ti kesî re netewandibana û şerê jiyanê bikirana. Qazanç kirina nan zehmete, lê ez ji zorê hez dikim û mirovek bi hertiştî re şer dikim. Ez j itiştên hêsan hez nakim."

'Bila jin bi zehmetiyan re têkoşîn bikin'

Ayten dazanîn ku divê jin bi zoriyan re têbikoşin û wiha dom kir: "Bila jin karê hêsan ne hilbijêrin û nebêjin ez nikarim ji bo tiştekî ku mirov nikarin be nîne. Mirov ji bo dabara malê dikare simît û qajik jî bijroşe. Carna jî ez ji dikanan peçet dikirim û têm li gel xwe di firoşim. Ji bo çi? Ji bo bi vîna xwe şerefa xwe li ser piya bi sekinim. Ma ez şîdetê bixwim û di dawî de herim jiyana xwe bi dawî bikim? Na. Piçek dil dixwazê bila ti kes jiyana hêsan ne hilbijêrin. Ji ber ku em jinin ma em serî bi tewe nin, na ji bo em jinin em ê hîn bêhtir têkoşîn bikin. Karê ku mêr dikin em jî dikin."

'Ez karê xwe bi hez kirin dikim'

Ayten êşên ku jiyan kirin di dawiya gotinên xwe de wiha anî ziman: "Ji bo ku min ji mêran şîdet dîtiye gava ez solê mêran boya dikim gelek caran zehmetiyê dikşînim. Di civakê de mirovê baş jî hene û yê xirab jî hene. Divê miro li hember mirovên xirab têkoşîn bike. Ez wek jinek rastî şîdetê hatim. Min ji destê mêr şîdeta giran dît. Ji bo wê divê jin li ber xwe bidin. Ez ji karê xwe hez dikim û bi serbilindî dikim."

(dt/zt)