Ji Suriyê heya Êlihê têkoşîna jiyanê…
09:06
Zeynep Akin/JINHA
ÊLIH - Yusra Alî Xelef ku li Suriye mamostetî dikir û ji ber şerê Suriyê ji cih û warê xwe koç bû, niha li Êlihê di dikana nanêsêlê de têkoşîna jiyanê dide meşandin.
Piştî li Suriyê şer dest pê kir bi hezaran welatiyên Suriyê yên Ereb ji ber şer ji neçariya xwe ji ax û welatê xwe koçî Bakûrê Kurdistanê kirin. Jina bi navê Yusra Alî Xelef ku li bajarê Şamê ya Suriyê dijiya û berî du salan ji ber şerê Suriyê berê xwe bajarê Êlihê qala zor û zehmetiyên jiyana xwe ji ajansa me re kir. Yusra zor û zehmetiyên ku derbasî Êlihê bûn bivan hevokana anî ziman: "Dema ku em nû bin û hatin Êlihê tu pere û çavkaniya debariya me tune bû. Ez gelek bêriya mal û axa Şamê dikim. Li Şamê rewşa aboriya me gelek baş bû her tiştê me hebû. Em ji neçariyê ji wir derketin û koç bûn. Dema ku em hatin Êlihê ji ber me tu kesî nas nedikir ez demek dirêj ji mala xwe derneketim. Rojekê ciranê me tûrek ar anî. Ez bivê nezîkatiyê gelek matmayî mam. Min di berê de qet nan çênekiribû û min nizanî mirov çawa nan çêdikin. Cîrana me ji bo min nan çêkir, wê demê ez fêrî çêkirina nanê bûm û min her tim nan çêkir,"
'Ez li Suriyê mamoste bûm'
Yusra anî ziman ku piştî fêrî çikirina nan bû ji bo aboriya xwe li Êlihê kargeha nanêsêlê vekiriye û axaftina xwe wiha domand: "Ez bi pênc zimanan dizanim bi axivim û dema ez li Suriyê bûm jî min mamostetiyê dikir. Lê dema ku em hatin vir min pîşeya xwe nekir. Rojek xwediyê xaniyê me ji min re got 'Tu jinek xwendekar û zîrek î. Tu çima ji bo xwe naxebitî' lê min li Suriyê ji bilî mamostetiyê tu kar nekirbû û min nêzanî çi bikim. Ez di serî de di kargeha nanêsêlê de roja wê 10 baknot dixebîtim û pişt re kargeha xwe min bi xwe vekir û niha hemû debariya xwe pê dikim."
'Zarokên min 3 caran ji mirinê xelasbûn'
Yusrayê ku ji ber şerê Suriyê gelek zehmetiyan kişandiye diyar kir ku zarokên wê 3 caran ji mirinê xelas bûne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Her çi qas edalet, çand û jiyana me ne yek be jî em tev mîrov in. Li Suriyê mal û milkê me hebûn. Em ne ji bo parsê hatin vir. Em ji bo jiyanê hatin. Li vir dixebitin û nanên xwe derdixin. Tu hêviya me ji kesê tune. Lê mixabin ji ber em ji Suriyê ne rastî gelek zehmetiyan tên."
'Divê dawî li bê edaletiyê bê'
Yusra ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Em li vir ji bo debariya xwe dixebitin. Em ji kesên din gelek kêmtir dixebitin û pere kar dikin. Lê gelê li vir dibejin ku surî hatin û kar ji me re nehêştine. Ji ber vê yekê gelek zaxtê li me dikin. Em tenê peraya xaniyê xwe kar dikin. Eger em ne xebitin dê xwedî me ji mala derxe û zarokên me li derve bijîn. Ev cudahî ji bo çi ye. Çi farka kurd, tirk, Ereb heye em tev mirovin û li cihanê dijîn. Li cihanê di nav mirovan de gelek bê edaletî heye, Divê dawî li bê edaletiyê bê."
'Divê em bibin yek û li hemberî desthilatdariyê têbikoşin'
Yusra anî ziman ku zextên li Suriyê hate jiyandin niha li bajarên Bakûrê Kurdistanê ji tê jiyandin û wiha dirêjî da gotina xwe, " Niha li Nisêbîn, Cizîr, Sur û Gever heman tiştê ku me jiyan kirî gel dijî. Bajar tên bombe kirin û avahiya 20 kat tê hilweşandin. Li Şamê jî heman tişt li me kirin. Mirov tên qetilkirin û zarok tên kuştin. Tu kes ji tirsa zaliman nikarin xwedî li zarokên xwe derkevin. Berî çend sal li Suriyê ji wek Tirkiyê kurd nikaribûn bi zimanên xwe biaxiviyan û kurdî qedexa bû. Zarokên kurd di dibistanan de rastî êrîşan dihatin. Navên bi kurdî bi zorê wergerandin Erebî. Divê hemû kurd li hemberî ve desthîlatdariyê bibin yek û bi hev re têbikoşin."
'Dê di dîrokê de navê me bi tîpê zêrin bên nivîsandin'
Yusra di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Me şerê herî mezin jiyan kir. Ev sedhazar sal e ku em di nava şer de ne û ji aliyê zaliman ve tên qetîlkirin. Nîsêbin parçeyek ji erdê Qamişloyê ye. Lê erdê me hate parçekirin û me ji hev dur xistin. Me her tim hatin tune kirin û qetîlkirin. Dê di dîrokê de navê me bi tîpên zêrîn bên nivîsandin."
(ho/rc)