Dayê Şengê: PDK'ê bi teslîmkirina Tirkiyê ez tehdîd kirim

11:08

Şengar Biradost/JINHA

SİLÊMANÎ- Dayê Şengê ya ku ji aliyê PDK'ê ve hatî binçavkirin tiştên ku dibin çavan de jiyan kirî wiha anî ziman: "Ez û keçek ciwan 3 rojan em avêtin bin pêlekanên girtîgehê de. Gotin ji me re digotin, bêmafî li me dikirin û bi teslîmkirina tirkan em tehdîd dikirin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Elmaniya yê Dayê Şengê ku weke dayîka du şehîdan di raya giştî de tê nasîn ji aliyê PDK'ê ve hat girtin û sê rojan di bin çavan de hat hiştin. Dayê Şengê dazanin ku di dema binçavanda hêzên asaiyşa PDK'ê ew 3 rojan dibin pelîkanên Girtîgiha Leşkeri ya Zaxo de hiştine û li hember wan nêzîkbûnek derveyî exlaqê civakan hatiye kirin.

Dayê Şengê li hember berprsên PDK'ê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ev 3 salin li rojavayê Kurdistanê şerek dijwar tê jîn. Em ji derveyî welatin derfetên me yê ji nêz ve dîtina şoreşê nebun. Min xwast eger carekê be ji ez jî ji nêz ve şoreşa Rojava bibînim. Hewrha hindek jî bi malbatên şehîdan re gotubêj bikim. Şoreşa Rojava serkeftinek cihê dilxweşiya me hemuyane."

Dayê şengê nerehetiyên xwe li hember kiriyarên deshilata Başurê Kurdistanê anîn ziman û wiha domand: "Dema ez ji Rojava vedigeryam nêzîbunên ne ji rêzê li hemberî min dane meşandin. Ez bi peseporta xwe bi awayek fermî di deriyê navbera Başır û Rojava re derbazî Rojava bûm. Wê demê tu kontrol nebûn û em pir normal derbaz bûn, lê dema vegere de ez ji erebê daxistim û ji min re gotin tu bi awayek ne yasayî çûye Rojava. Min ji wan re got mane ez di vê rêkê de çûm, ji min re gotin; 'Me tu nedîtiyê. Agahiyên me ji çuna te nîne. Tu bê destûra me çûyê Şengalê û Rojava.' Min ji wan re got; 'Hun belengazin erkên xwe baş birêve nabin tu gunehê min nîne ez bi fermî hatime. Lê wan ez û keçek ciwan girtin bin çavan û birin asayîşê. Piştî asayîşê em birin asayşek dinê. Paşê em birin zîndanek leşkerî ji ber ku alavên wan dera tev leşkerî bûn. Ez û keça ciwan di salona zîndanê de xistin bin pêlenkanan."

'3 Rojan min tiştek wan nexwar'

Dayê Şengê 3 rojên dibin pêlekanan de wiha anî ziman: "Di nav wan 3 Rojan de tevahî leşker û nobedarên wê zîndanê bi gotinên xweyên bêrêz bi kêleka me de derbaz dibûn. Gotin û dujînên pir xirab ji mera di gotin. Cihek pir xirab bû ne hêjayî mirovan bû. Dema min pirs ji wan dikir ez bi fermî hatime çima we ez girtime şuna bersivê henekên xwe dikirin. Çend caran nan û av ji min re anîn lê min nanê wan nexwar. Wan 3 Rojên ku ez di binçavan de mam min tiştek wan nexwar."

Dayê Şengê destnîşan kir ku gelek bi bêrêzî nêzî wan bûne û wiha berdewam kir: "Piştî 3 rojan zilamek hat zîndanê, banî min kir dosya min destê wî debû. Ji min pirsî; 'navê te çiye', min jî got; 'navê min li berdestê te ye, çima ji min dipirsî? Ji min re got; 'Ger tu bi peyvî ezê zimanê te qut kim.' Her tiştek hat ser zimanê wî ji min re got. Gotinên wî ew qas bêrêz bun ku ez nikarim bêjim. Min jêre got; 'Ez qasî diya te me, tu çewa wan bêrêziyan dikî. Gelo hun wiha tên perwerde kirin? Gelo hun wiha bi daykên xwe re di peyvin? Eve çanda we? Hun wiha tên hîn kirin? Em herdu jî Kurdin, ma tu ji xwe û mirov bûna xwe qet şerim nakê?'"

'Her daykek kurdan fermandareke'

Dayê Şengê dazanîn ku berpirsek PDK'ê jê re gotye terorîst û wiha domand: "Bêrêziyên zilamê parasitina PDK'ê hemu sinirên exlaqê civakê derbaz kirin. Ji min re dibêje 'tu terorîstî, tu fermandara PKK'ê yê. Tu çûye Rojava konfirans û kongreyan saz bikê.' Ev nêzîk bûn ne yên Kurdanin. Ji ber niha her daykek Kurd fermadareke. Berxwedana Bakur û Rojava îspat kiriye. Em wek dayk xwe xwediyê vê axê dibînin, nek PDK tu hêz nikarin bibin astengî li pêşiya me. Dema wî ser min di qîjand min jêre got; 'Ez ji dengê te natirsim, ez ji zîndanê natirsim, me mirin kuştye.'"
Dayê Şengê dazanîn ku berpirsiyarên PDK'ê xwastine bi zor kaxezekê bi wê bidin îmza kirin û wiha dom kir: "Gotin vê belgê îmza bike, min nizanî bû çiye. Ji bo wê jî min nekir. Piştî ku min zanî li ser wê kaxezê nivîsandina (ez soz didim carek din bê destura we neçim tu saziyên girêdayî PKK'ê ) min ji wan re got; 'Ez dayika 2 gerîlayên şehîd û hemu PKK'ê me. Ez bixwazim biçim kuderê jî ji we destur naxwazim û pêwîst jî nabînim.'"

'Ez bi teslîmkirina tirkan tehdîd kirim'

Dayê Şengê wiha berdewam kir: "Piştî ku min got; 'Ez dayika PKK'ê me', bi destê xwe sinir di dan diyar kirin û ji min re got; 'Emê te teslîmî dewleta Tirikan bikin.' Min jî got; 'Ev karê weye. Ji xwe gumanên min nîne ez zanim ev erk ji were hatiye diyar kirin.' Paşê wan eşiyayên min avêtin berderî û ji min re gotin 'biceheneme.' Ewana ti ji mirovbûnê nizanin."

Dayê Şengê di dawiya gotinên xwe de bang li berpirsên PDK'ê kir û got: "Em li ser baweriyek mezin dijîn. Li gel me berî hertiştî rêz û hurmet dayîn giringe. Ji bo wê jî ez bang li birêz Mesut Barzanî dikim ku eger dixwazin siyasetê bikin, bila siyasetek rast bidin meşandin. Siyaseta çewit û qirêj li hember gelê xwe nemeşînin. Li ser banga Rêber APO ku berê jî ji wan re daxwaz kiribû ku nehêlin li ser dîroka kurdan navê wan bi xirabî bê nivîsandin. Pêwîste wê çendê baş bizanin eger PKK û têkoşîna aliyên din ên Kurdistanê nebe wê di nav 24 demjmêran de wan tune bikin. Ez ji wan daxwaz dikim ku siyaseta xwe li ber çavan re derbaz bikin."

(zt)