Kampa Holê koçberên Mûsilê peşwazîdike
12:04
JINHA
HESEKÊ -Piştî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêwîstiyen kampa penaberan temam kirin 75 mal derbasê kampa hole kirin.
Piştî QSD Hol rizgar kir, alîye we ye Rojhilatê bajarê Hesekê penaberên bajarê Musule hatin bi cihkirin. Pêşiya vê hefteyekî 75 mal û di navde 263 zarok her wiha 55 zarokên hêj şîr vexwin di kampa penaberên Hole de hatin bi cih kirin. Ji kampa penaberên Hole Rêvbira kampa Hole Suzan Hisê diyar kir ku ew amedekariyê qampê bi dawî kirine û wiha got, "Ji 21'ê Nîsanê vir de bi hêza Parastina Gel a ku li ser sînore di navbera Irak û Suriyê de ewlehiya gel digirtin koçberên Mûsilê bi awayekî ewle derbasî kampa penaberên Hole kirin. Gelê penaberên Musulê ji bo ku bi cihêk ewle bisekinin derbasê Holê bên."
Suzan Hisê wiha dewam kir, "Ji bo alîkariya koçberên Mûsilê çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha pêdîviyên xwarin, vexarin û derman jî em pêk tînin."
Dayîka bi navê Zehra Xidir jî wiha got, "Çeteyên DAİŞ'ê bi awayek hovane êrîşê mirovahiyê dikin." Delal Rêed jî wiha axivî, " Çeteyên DAİŞ'e êrîşen hovane li ser me pêk anîn. Xweşka min jî li ber çavên me revandin û me nekarî em tiştekî bikin. Van karê bê ehlaq li ser navê Îslamê dikin û tu eleqeya xwe bi Îslamiyetê ve nîne."
Ji penaberên Mûsilê Ranya Mihemed jî wiha got, "Bi saya YPG/YPJ'ê em rizgar bun, ji bo ku em hatine cihek wisa ewle em spsiya hêzên QSD'ê dikin. Li vir hemû pêwîstiyên me ji me re anîn."
(ee/rc)