Şerife ji bo mala xwe ya 'qedexe' her roj li Surê ye
12:15
Guler Can/JINHA
AMED - Şerife mala ku 25 salan têde jiyan dikirî ev bi mihane nikare bibîne ji bo wê jî her roj destê neviyên xwe Narîn û Yusuf digire û tên Surê.
Sura Amedê ya ku bi dîroka û çanda xwe pîştî Çîn Sedî di cîhanê de Surê herî mezine. Di 2 yê kanuna sala 2015'an de li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dadanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û Cedeya Gaziyê ku herî di xebite qedexeya derketina kolanan hatibû îlan kirin.13'ê adarê Cadeya Gaziyê û taxa Cevatpaşa bi temamî hatin qedexe kirin. Di 17'ê Adarê de jî, li taxa Savaş, Buzcular, Buzcular 1, Bazara Mast ya Berê, Çiftehan, Dadanoglu û kolanên wê Mehmet Paşa, Arman û Orta Karataş qismî qedexeya derketina kolanan rabû. Piştî qedexeya derketina kolanan rabû li taxê tevgerê destpêkir. Esnafan li hember hemû zehmetiyan kargehên xwe vekirin û êdî gel dikarî bûn nefes bigrin.
Sur ji bo welatiyên ku 20 - 30 salan li Surê jiyan kirî û yên li Surê hatine dinê, yê ku ji bo di saetan jî hatine seyranê deriyek cîhanê ye. Girêdana jinan bi Surê ve cudatirbû. Divê demê de Sur bi biryara Îstîmlaqê re rû bi rû ma. Jinên li hember biryara ku dê Sur bi TOKÎ ava bibe bertek bikon vekirinê nîşandan. Hinekan jî ji ber malê xwe netirikenin li derî nobet digirtin. Dayîk ketin pêşiya mekînên kar û malên xwe nedan xira kirin.
'Ev ducarin mala min tê şewitandin û xira kirin'
Şerife Gulmez a (55) ku bêriya ciran û kolanên xwe kirî û li benda mala xwe ya ku li taxa Fatihpaşa ya hîn qedexe lê heyî meyze dike. Şerîfe ev 5 mihe ji mala xwe dure û ji ber qedexeya derketina kolanan neçar maye tevlî zarok, nevi û hevjinê xwe mala xwe barkir navçeya Yenişehirê. Şerife li gel 17 kesan di malekê de jiyan dikin û her roj ji bo mala xwe ya Surê bibîne tê taxa Gaziyê û li kolana xwe dinêre. Lê polîs nahêlin mala xwe beriya bê xirakirin bibîne. Şerife ya ku 25 salan li taxa Fatihpaşa jiyan kiriye got: "Du caran ez bi polîtîqayên koçkirinê re rû bi rû mame. Di salên 90'an de dewletê gundê me xira kirin. Me ji gundê Qercos ê girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê ne. Leşkeran biser gundê me de girt û em neçar man goçbikin."
'Ez mala xwe mereq dikim'
Şerife diyar kir ku Sur wek mala wê ye û ew teybetî giringiyê didin têkiliyên cîrantiyê û wiha domand: "Ti mal wek mala min a Surê nabe. Ez hertim mereq dikim ka çi bû ji Surê. Ez her roj ji bo mala xwe bibînim têm Surê. Gelek caran ez nevîyên xwe Narîn û Yusuf ên temenê wan 5- 7 salî li gel xwe tînim Surê û çend saetan li vir derbas dikim. Em ê mala xwe ticar neterikînin. Xweziya em dîsa hemuyan tevde li Surê jiyan bikirana."
(dt/zt)