'Bi girtina Abdullah Ocalan di girtîgehê de alozî girantir dibe'

13:15

JINHA

STENBOL - Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku ji roja hatî girtin, heya niha di bin tecrîtê degirankirî de têkoşîna jiyanê dide girînge û wiha got, "Eger Tirkiyê bi rastî dixwaze qala demokrasiyê bike, divê azadiya Abdullah Ocalan bigre mijarê nîqaşê. Bi girtina Abdullah Ocalan di girtîgehê de ma qey wê pirsgirêk wê bê çareser kirin? Na, pirsgirêk her ku diçe dibe aloziyek mezintir."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku ji aliyê dewletê Tirkiyê ve hatî girtin û di bin şert û mercên giran yê tecrîtê de tê ragirtin, saleke destûr nayê dayîn ku bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk bîne. Parêzer Eren Keskîn bertek nîşanî rewşê da û wiha got, "Em qala kesek ku gel wî wek rêber ji bo xwe pejirandiye dikin. Eger em qala çareseriyek rast dikin divê li ser masê were rûnişkandin û çareserî bê gotûbêj kirin. Li vir kesek eger ser maseyê rûne ew jî Abdullah Ocalane. Eger Tirkiyê bi rastî dixwaze qala demokrasiyê bike, divê azadiya Abdullah Ocalan bigre mijarê nîqaşê. Li Tirkiyê di warê rêxistinbûnê de standartê cezayên sûç ên mezin heye. Cudakariyê hiqûqî ên înfazkirinê hene divê ev ji holê bê rakirin."

'Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan'

Eren destnîşan kir ku pirsgirêkê Kurd tenê Tirkiyê eleqedar nake û wiha pêde çû, "Ev pirsgirêk li Rojhilata Navîn 4 welatên cûda eleqedar dike. Ji ber vê bi taybet tevgera Kurd ji ber li Rojava bi hêzdibe û rewa dibe Tirkiyê gelek tehrîk dike. Ji ber vê her cure tundî pêk tîne hember gelê Kurd. Eger bi vî aweyî biçe divê meseleyê mafê veqetîna gelê Kurd jî bi azadî bê gotûbêj kirin. Di vê mijarê de bi taybet serok divê li hev bên û nîqaş bikin. Ji ber vê divê Abdullah Ocalan serbes bê berdan. Bi girtina Abdullah Ocalan ma qey wê pirsgirêk çareser bibe? Na, pirsgirêk her ku diçe dibe aloziyek mezintir."

'Tecrît pêk anînek derqanûnî ye'

Eren gotinên Beşîr Atalay ên ku di pêvajoya bêçalakî de hewla azadî ligel aştî ji bo Ocalan bi bîr xist û wiha dirêjî da gotina xwe, "Atalay gotibû 'Ev hevdîtin di nava hewrek bi ewlede tê kirin'. Niha jî kesên we hevdîtin pêre pêk tanî, hun tecrît dikin. Mijarek yê bê sergirtin ango neyê fêmkirin nîne." Eren balkişand ku tecrîd û îzolasyon rêbazek yê îşkencê ye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Tecrît îşkenceyek girane. Ev yek di hiqûqê Tirkiyê de jî cih nagre. Mafê parêzeran yê hevdîtinê heye. Tecrît pêk anîn derqanûnî ye."

(rc)