Li ser Ozgur Gelecek e de girtin 21 kes binçav kirin

14:44

JINHA

STENBOL - Di saetên sibê de polîsan ser malên xebatkarên rojnameya Ozgur Gelecek e de girtin û 21 kes girtin binçavkirin.

Li Stenbolê serê sibê polîsan ser malên xabatkarên rojnama Ozgur Gelecek û xwedekarên wê de girtin. TEM a giredayî Miduryeta Polîsan a Stenbole bi hînceta ku xebatkarên Ozgur Gelecek endamên rexistinen TKP û ML TIKKO ne ser malên wan de girtin û li malên xebakaran lêgerîn kirin. Xebatkarên Ozgur Gelecek Sevil Dogan û Rahime Karvar hatin binçav kirin. Xebatkarê Ozgur Gelecek Tufan Çiçek li Erzurum di serde girtina malan de hat binçavkirin. Li gorî peywirdarê rojnamê bi giştî 21 kes hatine binçav kirin.

Di serdegirtina malan de xwendekarên Ozgur Gelecek Soner Dobriç, Ozer Çorlu, Ekin Babacanoglu, dilcan Ozdogan, Aysel Kaya, Cevahir Vurucu, Veysel Ulaş Arslan û Gulhanim Aslandogan hatin binçav kirin. Hat zanîn ku dibe binçav kirin zêdetir bibin.

(dt/zt)