Li Înglîstanê kampanye ya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' despê dike
15:20
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îngilîstanê bi pêşengiya sendîkayên îngîlîstanê de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya "Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî" dest pê dike.
Kampanya îro danê êvarê bi axaftinên li Parlamenta Îngilîstanê destpê bike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Kamûran Yuksek bi amadekar û rêveberên 'Kampanya ji Birêz Ocalan re Azadî' re beriya destpêkirina kampanyayê hevdîtin kir. Di hevdîtina li paytext Londonê de endamê Desteya Rêveberiya Navendî Berat Anli û Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan jî amade bû. Kamûran bi Sekreterê Giştî yê Sendîkaya GMB Tîm Roache, Nûnerê Ofîsa Têkiliyên Navneteweyî Bert Schoûwenberg û Nûnerê Navneteweyî yê Sendîkaya Unite Sîmon Dûbbîns re rûnişt û di hevdîtinê de bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê. Kamûran da xuyakirin, ku azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka şer a li Rojhilata Navîn gelekî girîng e û destnîşan kir, ji bo pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, Ocalan vîn û Hêzeke mezin e.
'Divê birez Ocalan azad bibe'
Kamûran anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi şidandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan re şer sor kir û wiha got: "Kurd Birêz Abdullah Ocalan weke lîderê xwe qebûl dikin. Tecrîda li hemberî wî napejirînin. Lewma ji bo bidawîbûna şer girîng e Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Divê raya giştî ya navneteweyî û welatên Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê. Birêz Ocalan ji mafên xwe yên bingehîn ên însanî bêpar hatiye hiştin. Niha kesek nikare pê re hevdîtinê bike. Pêwîste hikûmeta AKP'ê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan derhal rake. Di şerê heyî yê li Tirkiyeyê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye nikare vê polîtîkayê rake. Hewce ye hikûmeta AKP'ê tavilê li pêvajoya muzakereyê vegere, dorpêçiya li bajaran rake û rê li ber hevdîtina heyeta Îmraliyê ya bi Birêz Ocalan re veke."
Kamûran spasiyên xwe pêşkêşî GMB kir, ku pêşengî ji kampanyayeke bi vî rengî re kiriye û wiha axivî: "Ji bo Birêz Ocalan karibe bi berpirsyariya xwe rabe, divê azad be. Ez di wê baweriyê de me, Birêz Ocalan wê di nava şert û mercên azad de hîn bêhtir tevkariyê li çareserî û aştiyê bike. Birêz Ocalan xwedî roleke diyarker e. Ji bo karibe vê rola xwe bi cih bîne, weke mînaka Mandela divê bi temamî azad be. Lewma ev kampanya ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve were destpêkirin, hêja û gelekî girîng e."
'Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn tevkariyek mezin e'
Sekreterê Sendîkaya GMB Tîm Roache jî da xuyakirin, ku Ocalan tevkariyeke mezin li aştiya Rojhilata Navîn dike û destnîşan kir, ku bi vê kampanyayê ew ê daxwaza azadiya Ocalan biqîrin û wiha got: "Em dizanin, pêkhatina aştiya li Rojhilata Navîn bi azadiya gelê Kurdistanê ve girêdayî ye. Haya me ji tevkariya Birêz Ocaslan a li jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn heye."
'Eger Brêz Ocalan azad bibe dê aştiyek bi rûmet pêk bê'
Nûnerê Navneteweyî yê Sendîkay Unite Sîmon Dubbîns wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger Birêz Ocalan azad bibe, wê bingeha aştiyeke bi rûmet a li Rojhilata Navîn bêhtir bi zexm bê danîn. Em hêvîdar in ev kampanya wê bibe wesîle ji destpêkirina aştiyê re. Ez pirtûkên Ocalan dixwînim, nexşerêya wî ya ji bo çareseriya polîtîk û demokratîk a meseleya Kurd û Kurdistanê gelekî girîng e. Di heman demê de pêşniyara wî ya çareseriya bêyî rakirina sînorên welatan, divê were dîtin. Ev pêşniyar pêşniyarke çareseriyê ya bi wêrekî ye."
Tê payîn Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek bi komên parlamenteran ên ji Skoçya, Galler û Îrlandayê re hevdîtinan bike.
(zt)