Simge ji aliyê hevjinê xwe ve hat qatilkirin

15:24

JINHA

ÎZMÎR - K. A yê ku li navçeya Seferihirsara Îzmîrê jiyan dikir hevjina xwe ya ku dixwest jê veqete qatilkir.

Ji ber polîtîqayên dewletê her roj li Tirkiyê 3 jin ji aliyê mêran ve tên qatil kirin. Simge (24) ya dayîka 2 zarokane li taxa girêdayî navçeya Seferihisara Îzmîrê jiyan dikir ji aliyê hevjinê xwe yê ku jê veqetaye ve hat qatilkirin. Bûyer duh di saet 23.00'an de pêk hat. Li gorî îdaya Simge ji bo ji hevjinê xwe yê jê şîdet didît cudabû û li hevjinê xwe K.A .( 46) doza veqetandinê vekir hat qetilkirin. Dadgehê cezayê durketinê da K. A. Duh êvarî gava Simge di vegeriya malê ji aliyê hevjinê xwe yê li ber veqetandinêbû ve hat qatilkirin.

Gava li taxê dengê çekan bilind bû weletî derketin deve, rastî bûyera qetilkirina Simge hatin û dîtin Simge li erdê dirêj bûye. Welatiyan agahî dan polîs û ekîba tenduristiyê. Ekîba li ser gilîkirinê hat cihê bûyerê, dazanîn ku Simge jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Simge ji bo karê otopsiyê rakirin Nexweşxana Tipa Edliya Îzmîrê. Ji bo kujer K.A were girtin xebat dan destpêkirin.

(dt/zt)