Li Şirnexê 'çekên qedexe' bikartînin
15:55
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê ku li hemberî berxwedana YPS û YPS-JIN têk diçin piştî êrîşa 43 rojan dest bi çekên nepen û qedexe kirin. Hêzên dewletê guleyên hawan û bobeavêj ên şewatê bikar tînin.
Hêzên dewletê 43 rojin Bajarê Şirnexê dorpêç kiriye û bi tang û topan êrîşan pêk tine. Hêzên dewletê ku 43 rojin nikarin têkvin nava bajar û li hemberî hêzên parastina taxan YPS û YPS-JIN têk diçin vê carê çekên giran û çekên li dijî hiqûq, zagon û nepen ên xeqedexe bikar tînin. Hêzên dewletê ku di 14'ê Adarê de bi tang u topan bajar dorpêç kirin, niha bi top, obus, fuze, hawan û bombeavêj ên nepen û qedexe bikar tînin. Hêzên dewletê ku têk diçe û windahiyên mezin dide, bi rêbaza şewata xaniyan û xerakirina xaniyan hewl dide têkeve nava bajar. Li taxên Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Cumhuriyet, Yenî, Dicle û Gazipaşa zêde van çekan bikar tînin.
Hêzen dewletê li van taxan gule û topên Enstîtuya Kîmya û Makine (MKE) yên 120 mm hawan û 40 mm bombeavêjan bikar tînin.
(kom/zt)