Goristanên Şirnexê bombabaran dikin

16:38

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê hêzên dewletê gorên li Goristana Nalaro yên kesên jiyana xwe di berxwedana xwerêveberiyê de ji dest dane, bombebaran kirin.

Li Şirnexê hêzên dewletê yên di roja 43'emîn a êrîşên qirkirinê de nikarin berxwedana taxan bişikînin, Goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevlerê bombebaran kirin. Li gor agahiyên welatiyên li taxê; goristan û malên li derdorê bi obusan hatin bombebarankirin. Hat ragihandin ku goristan zêde texrîb bûye.

Li Goristana Nalaro zêdeyî 30 kesên di berxwedanên Cizîr û Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dabûn û Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî di nav de hatibûn definkirin.

(kom/zt)