Rojên Çand û Hunera Kurd a ku veguheriye mihrîcanê despêdike
09:01
Ceylan Eraslan/JINHA
STENBOL - NÇM'ê li hember pença qirkirina çandî yê netew dewletê, bi rêxistin kirina çanda kurdî bersiv dide û amedekariya 2. Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî dike. Komîteya mihrîcanê mûzîkjen Nurcan Degirmencî got, "Ji salê 90'î ve em hem têkoşîn didin hem jî hunera xwe didin jîn. Em dikarin bêjin ku me bi hunerê re têkoşîn da."
Navenda Çand û Hunerê ya NÇM'ê ya Stenbole îsal 2. Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî dê di navbera 7-15'ê Gulanê de li salonên çandê yên Stenbolê pêk bîne. Qirkirin û komkujiya ku di warê çandî, aborî û siyasî de hember gelê Kurd tê pêk anîn û tinekirinê hedef digre, li qadên xwerêveberinê hember polîtîkayên tune kirinê berxwedan bilind dibe û gelê Kurd bi çandê têkoşîna xwe didomînin. Komîteya mihrîcanê mûzîkjen Nurcan Degirmencî têkîldarê mijarê nirxandin kir.
'Mihrîcan wê xizmetê wekheviyê bike'
Nurcan diyar kir ku Kurd di pêvajoyek giran re derbas dibin û wiha got, "Li pêşiyê hunerê nayê girtin. Ji salê 90'î ve em hem têkoşîn didin hem jî hunera xwe didin jîn. Em dikarin bêjin ku me bi hunerê re têkoşîn da û em ê dewam bikin. Bi pêk hatina mihrîcanê re em ê rûhê wekhevî û berxwedêrî derînin pêş." Nurcan da zanîn ku gelê Kurd bi govendê re berxwedana xwe nîşan didin û wiha berdewam kir, "Bi dest dayîna destê hev em hevaltiyê bi hêz dikin. Ji ber vê mihrîcan wê xizmetê wekheviyê bike."
'Kurd wê di qadên hunerê de bêhnê bistînin'
Nurcan anî ziman ku NÇM'ê 25 salin rêwîtiya xwe yê çandê didomîne û wiha pêde çû, "NÇM'ê yekemîn rêxistinbûna di qadê çanda Kurdbûnê de ye. Li hember polîtîkayê bişavtinê NÇM'ê dikeve dewrê. Bêy ku cewhera çanda kurdbûnê dejenere bike, li hember êrîşên ser çandê têdikoşe. Mûzîkê bi aweyek rêxistinî radighîne gel. Armanca me yê diyem jî çanda xwe bi gel û netewên din dane nasîne." Nurcan destnîşan kir ku pêk anîna mîhrîcana îsal her çiqas guman çêbike jî, got ew li gorî motîvasyona sala borî dê mihrîcana xwe li dar bixin.
'Amedekariyên 11'ê Gulanê tev ji bo jinan e'
Nurcan bal kişand ku wan ji mîhrîcana sala borî tecrûbe girtine û anî ziman ku wan salon û saetên pêşandanê li gorî mercên Stenbolê bi rêk û pêk kirine. Nurcan diyar kir ku ligel ku belgesela Sakîne Cansiz hatî qedexe kirin ew ê di mihrîcanê de bête pêşandan û wiha pêde çû, "Pêşendanên ku di 11'ê Gulanê de li Navenda Çandê a Bajarê Şîşlî bê nîşandan me wek rojê jinan diyar kir. Wê hunermenda Kurd Mizgîn bê bîranîn. Di şexsê Mizgîn de em ê wê şevê diyarî tevahî şehîdên çandê bikin. Di wê rojê de belgesela 'Dûre' a ku ji aliyê xebatkara NÇM'ê Leyla Toprak ve hatî amedekirin dê were pêşandan. Helbesta Jana Seyda yê Rojavayî bê guhdar kirin. Her wiha koma Govendê wê ji Amedê bê her wiha 6 mûzîkjenên NÇM'ê dê bên ba hev û amedekariyê xwe bidin pêşandan. Di heman demê de bernameyê dengbêjî tevî projeyê Newaya Jinan me amede kiriye."
Nurcan di dawî de banga tevlîbûn û xwedî derketinê li mihrîcana ku pêk bê kir.
Mihrîcana ku wê di navbera 7-15'ê Gulanê de pêk were de wê Yelda Abbasî, Amet Aslan, Tehsîn Xidir, Lawje û koma Bajar jî di navde 7 performansên mûzîkê, 4 pêşandanên şano, 2 lîstikê zarokan, panel û semîner, pêşandana fîlman, govendên gelêrî, dengbêjî û belgesel dê werin pêşkêşkirin.
(rc)