Li Kurdisatên tendûr bi destê jinê teşe digire

09:03

JINHA

AMED - Li Kurdistanê tendûrên kevnar yên çanda kurdan bi destê jinê teşe digire û jin çanda çivakî berdewam dikin. Çiçek Ataş ku debariya xwe bi çêkirina tendiran pêktinê diyar kir ku karê bi heriyê gelek zehmet e û nanê wê ji ew qas bi tam û xweş e.

Tendûrên kevnare ku kevneşopiya çanda kurdan e ji bo gelek kesî dibe çavkaniya debariyê ye. Tendûrên ku bi axên taybet tên çêkirin piştî gelek şuxuliyan bi destê jinê teşe digire. Jin ji bo tendûrek baş çêbikin di serê sibê de radibin û dest bi çêkirina tendûrê dikin. Jinên ku debariya xwe bi tendûrê pêktinin û her roj 2-3 tendûran çêdikin diyar kirin ku çêkirina tendûran gelek zor û zehmet e. Her wiha jinan dan zanîn ku nanê di tendûrê de tê patin jî ji bo tendûristiya mirovan baş e. Çîçek Ataş a ku debariya xwe bi çêkirin û firotandina tendûrê pêk tîne got ku mirov ji bo rahatiya xwe nanê tendûrê çênakin û tendûrê nastînin. Çîçek anî ziman ku di demên borî de xaniyên welatiyan jî bi axê bûn lê niha mirov ji tendûrê jî şerm dikin û got, li şûna xwezayê beton girtiye û mirov ji jiyana betonê raziye.

'Xwê, giya û pirça bizinê tevlî axa tendûrê tê kirin'

Çîçek got ku karê tendûrê bi demsaliye û gelek zor û zehmet e. Çîçek çêkirina tendûrê bi van hevokan ji me re qal kir: "Bi hatina biharê re em dest bi çêkirina tendûran dikin. Di zivistanê amûrên tendûrê tune û hewa jî gelek sar e ji bo tendûrê ne baş e. Tendûr ji gelek deman re derbas dibe. Em di serî de ji ber robarê herî kom dikin û tînin. Heriyê ku em tînin giya, pirça bizinê û xwê tevlî dikin. Piştre em wê tevî heriyê distirên. Strandina heriyê mêr çêdikin. Em jin jî teşeya tendûrê çêdikin. Tendûrên ku em çêdikin didin ber tirêjên rojê û ziwa dikin. Em di demsala biharê heya ya payîzê tendûran çêdikin. Tendûrên ku em çêdikin bi 100'an difiroşin. Gelek caran em rojê 20 tendûr difiroşin car caran ji em qet nafiroşin."

'Tendûr çavkaniya debariyê ye'

Çîçek da zanîn ku ew ev 20 sale tendûran çêdike û wiha pê de çû: "Ez hêj 13'e salî bûm min dest bi çêkirina tendûrê kir û rojê 9 seat dixwebitîm. Ji ber ku tenê çavkaniya debariya me ev e. 12'e zarokên min hene. Ez hêj 13'e salî bûm zewîcim û kar û xebatê em bikin tune. Eger ev karê tendûrê ji tûnebuya mey ê gelek zor û zehmetiyan bikişanda."

'Çand tendûr winda dibe'

Çîçek di dawiyê de got ku tendûr çanda kurdan e lê çand her roj bi jiyana modern ve winda dibe.

(ho/rc)