Asya Aslan li ser Geverê dilorîne

10:11

Hulya OkalînJINHA

COLEMÊRG - Daxwaz û hesreta dayîka Asiya Aslan ew e ku carek din biçe tax û mala xwe ya şewtandine û hilweşandina ku ji aliyê leşkerên Tirk ve pêk hatiye bibîne. Asiya her roj diçe ser gira bilind û li ser Gevera şewt bi dilsojî klaman dibêje.

Li navçeya Gevera Colemêrgê her çiqas operasyon û şer bi dawî bibe jî ev 46 roje dorpêç û qedexeya derketina derve berdewam dike. Hêzên dewletê ku di 13'ê Adarê de bi hinceta "Ewlehî û aramiya gel" bi top û tangan êrîşên taxên ku xwerêveberin lê hatî îlan kirin hat kirin. Bi sedan welatiyên ku li taxên Kişla, Orman û Cumhûriyetê diman bi zorê ji mal hatin derxistin û li taxên gelek dûr hatin bi cih kirin. Tax û malên welatiyan di encama êrîşên top û bombeyan de hatin şewidandin û hilweşandin.

'Bi dilşewatî li taxên hatî şewitandin dinêre'

Welatiyên ku ev 46 rojin ji mal û taxên xwe dûr in tenê daxwaza wan ew e ku qedexe rabe û cardin biçin tax û malên xwe. Dayîka Asiya Aslan (60) ku berê li taxa Kişlayê dijiya û heya seatên dawî jî malên xwe derneket tenê daxwaz û hesreta wê ew e ku cardin biçe nav taxê û xaniyê xwe yê hilweşandî dîtine. Dayika Asiye ku çend kilometre ji taxê dûr e her roj diçe ser gira ku hemû navçeya Geverê jê tê xwuya kirin û li taxa tê şewîtandin bi dilşewatî temaşe dike.

'Gever kelha berxwedanê ye'

Asiya ku keça wê di sala 2014'an hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê berxwedaye, ew jî hember êrîşên hêzê dewleta tirk li ber xwe dide û bi giyanê keça xwe ya berxwedêr heman têkoşinê dide. Dayika Asiya diyar dike ku ji bilî Geverê tu cih û warên wan tune û dê heya dawiya jiyana xwe li Geverê bin. Asiye dema ku dibe qala Geverê bi hêstiyar dibe û bi kelegirî dibêje "Gever kelha berxwedanê ye" û rondikan ji çavên xwe dibarîne.

Li ser Geverê dilorîne

Dayîka Asiya dema li ser girê taxên şewtandî dinêre gelek caran di ber xwe de li ser Geverê dilorîne.

(rc)