'Di tenduristiya Remziye Bor de tu pêşketin nîne'

10:44

JINHA

WAN- Parêzerê Remziya Bor, Denîz Işık da zanîn ku heya niha derbarê polîsên ku Remziye birîndar kirine de tu lêpirsîneke îdarî an jî edlî nehatiye kirin û her wiha got, hevserê Remziye, Îrfan Bor ê ku piştî êrîşê hate girtin jî di binçavan de rastî îşkenceyê hatiye.

Tedawayi jina bi navê Remziye Bor a ku li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 19'ê Nîsanê de di serdegirtina malê de ji aliyê tîmên taybet ve hate gulebaran kirin û pitika wê ya 7 mehî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê bi sezeryanê hat wergirtin û di kuvozê de tedawîya zarok didome. Parêzerê malbata Remziye, Denîz Işik da zanîn ku piştî emelîyatê jî Remzîye ji ber tengasîya bêhn standinê xortim xistine gewriya wê û got, tedawiya Remziye û pitika wê di nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Heremê ya Wanê berdewam dike û cidiyeta tenduristiya wan dewam dike.

'Polîsan îşkence li hevjînê Remziye kirin'

Denîz destnîşan kir ku roja êrîşê polîsan tu tedbirên ewlehiye negirtine û di operasyonê de ewlehiya can a welatiyên taxê xistiye xetereyê. Denîz diyar kir ku piştî êrîşê jî bê hiqûqî berdewam kiriye û got Remziye di beşa lezgîna giran de ji aliyê polîsan ve 4 rojan bê hiquqî bin çavan de hatiye hiştin. Denîz biryara veşartinê ya têkildarî dozê jî nirxand û wiha axivî: "Ji ber biryara veşarî ya dosyaya Remzîyê me derbarê polîsan de heya niha ne lêpirsîna edlî û ne jî îdarî ne hatiye vekirin."Denîz di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hevjînê Remziye, Îrfan Bor ê piştî êrîşa polîsan de hatî binçavkirin û hatî girtin jî bi bin çavkirin de rastî îşkenceya polîsan hatîye.

'Ji aliyê tendûrîtiya Remziyê pêşketinek tuneye'

Xweşka Remziye Bor Fasiye Kamerî qala rewşa xweşka xwe kir û wiha got, "Jiyana Remziye ne başe. Tedawiya Remzeye de jî pêşketinek çênebûye. Pitika wê jî ji alîyê tendûrîstiyê niha başe. Lê belê Remziye bêhnê bistîne ameliyet hat kirin. Tehlûkeyê jiyanê yê Remziye dewam dike."

(hk/rc)