Ji bo Jinan perwerdehiya Hejmaryariyê hat dayîn
10:46
JINHA
AMED - Yekeya Jinan ya Gerînendehiya Aborî a Şaredariya Peyasê ji bo îstîhdamkirina Jinan dest bi perwerdehiya hejmaryariyê ya 3 mehan kir.
Yekeya Jinan ya Gerînendehiya Aborî a Şaredariya Peyasê ji bo îstîhdamkirina Jinan dest bi perwerdehiya hejmaryariyê ya 3 mehan kir. Ji bo 15 jinan Yekeya Jinan ya Gerînendehiya Aborî dest bi perwerdehiyê kir. Perwerdehî dê 3 mehan bidome li Navenda Ekîn Cerenê ya Jinê. Gerînendehiya Yekeya Jinan ya Gerînendehiya Aborî a Şaredariya Peyasê Eylem Akincilar di derbarê mijarê de agahî da.
Eylem bal kişand ser pirsgirêka jinan ya îstîhdamê ku bêkarbûyîn zêde bû ye û weha domand: "Ev pisgirêkek binyati ye. Zahmete ku ev pirsgirêk di demek kin de çareser bibe. Lê belê mirov dikare hinek gavan bavêje li gorî derfetên heyî û bêkarbûyîn dikare kêm bibe."
Eylem destnîşan kir ku armanca wan di warê aborî de pirsgirêka bêkarbûnê kêm bike ye, ji ber vê dest bi perwerdehiya hejmaryariyê ji bo 3 mehan kiriye û wiha dom kir: "Jinên ku beşdarî vê perwerdehiyê bibe, di meha ewilî de perwerdehiya agahiyên hejmaryariyê, di meha 2'an û 3'an de jî bernameyên heymaryariyê yên herî zêde tên bikaranîn dê bên dayîn.
Jinên beşdarî perwerdehiya 3 mehan bûn jî piştî perwerdehiyê dan zanîn ku wan ezmûna kiryarî, ji xwe re kirin armanc ku dîtina wan ya kar hîn hêsantir bibe û gotin ku wê serî li karmendên ku pêdiviya wan bi xebatkarê hejmaryariyê heyî bidin.
(zt)